'20 salên li Îmraliyê hêjayî 100 salî'

Sekreterê Giştî yê partiya Çep Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê Salih Gedo got, "Berxwedana li Îmraliyê bi tena serê xwe lehengiyeke mezin e."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 20'ê Tîrmeha 1979'an heta 9'ê Cotmeha 1998'an li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ma. Di vê demê de siyasetmedarên Kurd jî çûn cihê wî û ew nas kirin. Yek ji van jî Salih Gedo ye. Gedo yê 73 salî, siyasetmedarekî xwedî tecrûbe ye. Ji temenê xwe yê xwendina lîseyê û vir ve di nava Partiya Çep Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê cih digire û niha sekreterê wê yê giştî ye.

Salih Gedo, sala 1981'ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dît û qala wî kir: "Rewşenbîrekî mezin, şoreşgerekî mezin bû. Qewîn û rasteqîn bû. Li ti berjewendiyeke şexsî nedifikirî. Timî li gelê xwe, li paşeroja gelê xwe difikirî... Ev ruh û cidiyet li gel Serok gelekî xurt bû."

'BERÎ NIHA 37 SALAN MIN EW LI ŞAMÊ NAS KIR'

Siyasetmedar Salih Gedo got, "Min Serok Apo cara yekê li Şamê dît ku berî 37 salan bû. Ev yek ji bo min rûmeteke mezin bû. Hevalekî din jî li cem min bû. Piştî ku min ew dît, min ji hevalên xwe û serokê partiya xwe re got, 'Ev ciwan ciwanekî cidî ye û karên mezin daniye pêşiya xwe'. Piştî hevdîtina ji saet û nîvekê, ez gihiştim vê encamê. Min got, 'Wê karên mezin bi ser bixîne û hêvî dikim wê bi ser bikeve'. Di wan şert û mercan de serketin bi rastî jî zehmet bû. Ji ber vê yekê min digot, 'Vî mirovî karên mezin û bi rûmet daniye pêşiya xwe, wê bi ser bikeve, lê çawa?."

Gedo anî ziman, piştre jî firsenda wî çêbû ku gelek caran li Şam û derdora wê hevdîtinê bi Ocalan re bike û got, "Di her hevdîtinê de cidiyet zêdetir dibû. Lê di heman demê de partî jî mezintir û berfirehtir dibû. Bi hezaran ciwanên keç û xort tevlî dibûn."

'BILA LI PÊŞIYA ŞOREŞÊ NEBIN ASTENG'

Salih Gedo ragihand, ji bo şerê navbera PKK û KUK'ê biqede, sala 1985'an komîteyek ji 4 kesan a ji 17 partiyên li çar parçeyên Kurdistanê ava bû û ew jî yek ji endamê komîteyê bû. Gedo got, "Em çûn bi Serok re rûniştin. Serok got, 'Lihevnekirin, pevketin wê biqede. Daxwaza me ji van ev e; bila li ber şoreşê nebin asteng. Me berpirsyariya şoreşê dane ser milê xwe. Bila KUK û partiyên din destekê bidin me'. Seork biryar da û rageşî qediya."

'PARTIYÊN LI ROJAVA GIRÎNG DIDÎT'

Gedo diyar kir, Ocalan parityên li Rojava jî girîng didît û got, "Ji min re got, 'Hevalê Salih daxwaza me ew e ku partiyên we nêzî hev bin. Xwedî li hev derkevin, yekîtiya xwe çêbikin. Pêwîstiya me herî zêde bi yekîtiyê heye'. Navbera wî bi partiyên li Başûrê Kurdistanê re jî bi vî rengî baş bû. Ji bo lihevnekirin û nakokiyên li wir derdiket çareser bike, ji bo pêkhatina yekîtiya wan, dibû alîkar. Ji bo nakokiyên navbera Kurdan kêm bibe, hewl dida."

'BERXWEDANA LI GIRAVÊ BI TENA SERÊ XWE LEHENGÎ YE'

Sekreterê Giştî yê Partiya Çep Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê Salih Gedo bi bîr xist, dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 2 mehên din wê 20 salan tijî bike û got, "Li cîhanê Rêberekî din nîne ku 20 salan li nava deryayê li giravekê hatiye girtin û tevî vê yekê jî roj bi roj mezin dibe. 20 salên li Îmraliyê hêjayî 100 salî. Rewşa Serok ji ya Nelson Mandela û rêberên din ên gel cudatir e. Di destê dewleteke hov de ye ku dûrî ruhê mirovahiyê ye. Berxwedana wî ya li Giravê bi tena serê xwe lehengiyeke mezin e. Divê gelê me û hemû gelên cîhanê zanibin, divê mirov bi rêzdarî bejna xwe li ber vê yekê bitewînin."

'EM HEMÛ LEYLA GUVEN IN'

Salih Gedo bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li Ewropa û gelemperiya cîhanê û got, "Li Bakur, Rojava, Rojhilat û Başûr her kes ji bo Serok Apo çalakiyan dikin. Dewleta Tirk wê têk biçe. Dewleta Tirk a faşîst wê nikaribe bi ser bikeve. Projeya Serok Apo wê bi ser bikeve. Li pêşberî çalakiya hevala me Leyla Guven em bejna xwe bi rêzdarî ditewînin û destekê didin wê. Em dibêjin, 'Jin û gel hemû bi te re ne, em bi te re ne, tu her bijî Leyla'."