Salek û şeş meh ceza li Baydemîr û Bîrlîk birîn

Dadgeriya Tirk salek û şeş meh li parlamenterên berê yên HDP'ê Osman Baydemîr û Leyla Bîrlîk birî.

Ji bo şermezarkirina qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûr a Amedê, navçeya Kerboran a Mêrdînê û navçeyên Cizîr û Silopiyayê yên li Şrinexê, sala 2015'an li Şirnexê meşek hatibû lidarxistin û parlamenterên HDP'ê jî tevlî meşê bûbûn. Rûniştina doza ku ji ber tevlîbûna vê meşê li wekîlên HDP'ê Alîcan Onlu, Ayşe Acar Başaran, Osman Baydemîr û Leyla Bîrlîk hate vekirin, li Dadgeha Ceza ya Asliye ya Şirnexê pêk hat.

Dadger îdîa kir ku Baydemîr û Bîrlîk 'li ber qanûna meş û xwepêşandanê rabûne' û li her yek ji wan salek û 6 meh cezayê girtîgehê birî. Dosya parlamenter Onlu û Başaran jî cuda kir.