Salah: Siyaseta PDK'ê rê li ber şikestineke mezin vedike
Felah Salah destnîşan kir, krîza li Başûrê Kurdistanê bi lihevkirina du partiyan çareser nabe û got, "Heta ku Mesûd Barzanî dest ji serokatiyê bernede, wê ev krîz çareser nebe. Wê hîn bêhtir kûr bibe."
RÊBAZ HESEN
KERKÛK
pêncşem, 19 rêbendanê 2017, 11:01
Çavdêrê Siyasî yê li Başûrê Kurdistanê Felah Salah ji ANF'ê re axivî.
Salah da xuyakirin, krîza li Başûrê Kurdistanê ne tenê ji ber sedemên navxweyî ye, di heman demê de pêwendiya xwe bi krîza li Iraqê û herêmê re heye.
Salah diyar kir, her du partiyên li Başûrê Kurdistanê desthilatdar in, gelek caran hewl dan krîzan bi krîzê çareser bikin, lê ev yek ti carî nebûye çare. Salah anî ziman, ev yek bêhêviyê dixe nava gel û got, "Ji bo çareseriya krîzan, diyaloga navbera aliyan, girîng e."
Salah destnîşan kir, ji bo çareserkirina krîzan pêwîstî bi projeyên cidî hene û ji bo vê jî vîneke rast û rasteqîn divê.
Felah Salah da xuyakirin, ku partiyên siyasî ji bo nîşan bidin ku 'vaye kom dibin' li hev dicivin û got, "Ev yek rewşeke nebaş e. Lê divê ev yek neyê jibîrkirin; krîzên aborî û civakî yên civaka Başûrê Kurdistanê, ji ber siyaseta têkçûyî ya partiyan e."
Çavdêrê siyasî da zanîn, ew ne bawer e pirsgirêkên heyî bi hevdîtin û lihevkirina navbera du partiyan bê çareserkirin û wiha dewam kir: "Eger ne bi vî rengî bûya, tevî peymana stratejîk a navbera PDK û YNK'ê wê ev pirsgirêk rû nedabûna. Ji ber vê yekê, pirsgirêk ne bi du partiyan, bi tevlîbûna gel dikarin çareser bibin. Divê mirovên li derveyî partiyan jî tevlî pêvajoyê bên kirin. Her du partî nikarin van pirsgirêkan çareser bikin. Yên ku niha desthilatdarin, bi vê rastiyê dizanin."
'DIVÊ PARTIYÊN DIN HELWESTÊ LI DIJÎ PDK'Ê NÎŞAN BIDIN'
Salah destnîşan kir, ku yekane partiya pirsgirêkan daxifîne PDK ye, ku hêza aborî, siyasî, petrolê û pêşmergeyan di destê wê de ye û anî ziman, ku piştî PDK'ê berpirsyarî dikeve ser milê YNK'ê. Salah işaret bi bêdengiya partiyên din kir û got, "Bêdengiya heyî gelekî nebaş e. Gel êdî bawer nake ku siyaset, rêya çareseriyê peyda bike."
SIYASETA PDK'Ê RÊ LI BER ŞIKESTINEKE MEZIN VEDIKE'
Çavdêrê Siyasî Felah Salah da xuyakirin, ku şêweyê rêveberiyê û desthilatdariyê yê Başûrê Kurdistanê di roja îro de li ti devera cîhanê nîne û ev tespît kir: "Şêweyê hikûmetê, sîstemeke dîktatoryal e ku xwe dispêre şexsekî. Niha Tirkiye vê dike. Beriya niha Seddam û yên mîna wî li herêmê dikirin. Bifikirin, kesekî bi dengê gel hatiye hilbijartin û bûye serokê parlamentê, nikare têkeve nava paytextê. Rewşeke bi vî rengî ancax li Başûrê Kurdistanê bibe. Lewma, eger PDK vê siyaseta xwe bidomîne, wê hem bi xwe bişikê, hem jî xisareke mezin bide gel."
Li ser gotûbêjên têkildarî 'daxuyaniya Barzanî wê dest ji wezîfeya xwe berde' ku ji aliyê kesekî ji ofîsa serokatiyê ve hatibû ragihandin, Salah got, "Hêvîdar im nîqaşên li ser destberdana ji wezîfeyê ya Barzanî, bi niyeta baş tê kirin. Lê em dizanin, di dema pêş de hilbijartin heye û dibe ku ev jî ji ber vê be. Dibe ku bi zanebûn rojeveke bi vî rengî afirandibin."
'PDK PROPAGANDAYEKE REŞKIRINÊ LI DIJÎ PKK'Ê DIKE'
Felah Salah di dawiya axaftina xwe de, propaganda reşkirinê ya li dijî PKK'ê tê kirin nirxand û got, "Tişta ku bi şerê DAIŞ'ê re derket holê, şerê gerîla û pêşmerge li heman eniyê bû. Eger di roja îro de hêzek heye ji bo mirovahiyê û azadiyê şer dike, ew jî PKK ye. Mînaka vê jî Rojava û Bakurê Kurdistanê ye. Kes nikare gerîla reş bike. Ya ku li dijî gerîlayên li Helebçe û Kerkûkê tê kirin, propaganda reşkirinê ye.
Nîqaşên li ser derketina ji Şengalê jî, ji bo tesfiyekirina destketiyên Kurdan û lihevrakirina partiyên Kurd e. Ev yek jî wê zerarê bide yekîtiya Kurdan a bi şerê li dijî DAIŞ'ê dest pê kiriye. Siyaseta ku PDK li ser vê bingehê dimeşîne, xetere ye. Eger PDK wê li dijî PKK'ê tiştekî bêje, divê belgeyên vê hebe. Bi propaganda reşkirinê û xapandinê, nabe."