'Sala nû wê bibe sala azadiya Ocalan'

Greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger a li Wargeha Mexmûrê ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 16’an de didome. Çalakgeran diyar kirin ku wê sala nû bibe sala azadiya Ocalan.

Grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ewlehî, tenduristî û azadiya Ocalan belav dibin. Piştî çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, li girtîgeh, li Ewropa û Başûrê Kurdistanê çalakiyên gereva birçîbûnê dest pê kirin.

EM ÇALAKIYA GUVEN, ÇALAKGERÊN STRASBOÛRGÊ SILAV DIKIN

Endamê komîteya amadekar a çalakiya greva birçîbûnê ya Mexmûrê Hadî Pûsat ji ANF’ê re axivî û got; “Greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger a Mexmûrê bi koma 6’an didome. Armanca çalakiya me şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya Ocalan e. Em çalakiya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven û çalakiya li Strasboûrgê silav dikin û piştgiriya çalakiyan dikin. Em berxwedana girtiyên li girtîgehan jî silav dikin. Gelê gelê wargehê eleqeyek mezin nîşanî çalakiyê dikin û bihêz beşdarî çalakiyê dibin.

DI 40 SALÊN TÊKOŞÎNÊ DE DESKEFTIYÊN GIRÎNG GELÊ KURD BI DEST XIST

Di sala 2018’an de êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li ser gelê Kurd zêde bûn û gelê Kurd îsal berdelên giranbiha dan. Di 40 salên têkoşîna azadiya gelê Kurd de deskeftiyên girîng hatin bidestxistin, mînaka vê jî Rojavayê Kurdistanê ye. Niha bi giştî li hemû aliyan li dijî gelê Kurd êrîşên dagirkerî û faşîzmê heye.

SALA NÛ WÊ BIBE SALA AZADIYA RÊBER APO

Hêviyên me ji sala nû ew e ku berxwedana ku tê kirin em geştir bikin û di encamê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin. Em sala nû li Rêber Apo, girtiyên azadiyê û gelê Kurd pîroz dikin. Divê sala nû gelê Kurd li dijî dagirkeran yekîtiya xwe çêbikin û xeta neteweyî biparêzin.”

TÊKOŞÎNA ME YA JI BO AZADIYA OCALAN WÊ BIDOME

Çalakgerê koma 6’an a grevê xwendekarê zanîngehê Egîd Ûren jî têkildarî çalakiyê û sala nû wiha got; “Di sala nû de têkoşîna me ya ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bidome. Em sala nû li Rêber Apo, girtiyên azadiyê û Hevseroka KCD û Leyla Guven pîroz dikin. Têkoşîna me ya ji bo azadiya Rêberê APO wê bi sala nû rê xurttir bibe. Em berxwedana Leyla Guven silav dikin û piştgiriya çalakiyê dikin. Weke wargeh û ciwanê wargehê hêviya me ew e ku îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî rûniştandin li ser vî esaê di sala nû de xebatên xwe pêş bixin. Divê em di sala nû de hê bêhtir xebat û têkoşîna xwe bidomînin. Îro em dibînîn ku hêzên desthilatdar ên cîhanê bi rê ve dibin tengav bûne. Êdî xeta ku îro li hemberî wan têdikoşe xeta seyemîn a gelê Kurd e. Mînaka herî berbiçav Şoreşa Rojava ye ku nîşanî hemû cîhanê hate dayîn ku êdî gelê Kurd dikare xwe bi xwe rê ve bibe û pêdiviya wan bi tu hêzên derve re nîne. Em di sala nû de ji bo hemû çalakger û şoreşgeran re serkeftinê dixwazin.”

BERXWEDANA LEYLA GUVEN SILAV DIKIN

Çalakgera greva birçîbûnê mamoste Xurbet Îşlek jî banga çalakiyan li gelê Kurd kir û wiha got; “Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven silav dikin. Em çalakgerên greva birçîbûnê ya koma 6’an a Mexmûrê çalakiya li Strasboûrg, Silêmanî û Hewlêrê silav dikin. Em hêvîdar in ku sala nû bi sala azadiya Rêber Apo û gelê Kurd. Em berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger silav dikin û piştgiriya xwe didin diyarkirin.

DIVÊ CPT BI ERKA XWE RABE, DEM DEMA AZADIYA RÊBER APO YE!

Ev nêzî 3 sal e tu agahî em ji Rêberê Apo nagirin. Hevdîtina parêzer û malbatan tên astengkirin û CPT jî erka xwe pêk nanîne. Em ji jiyana Rêberê xwe bi fikar in. Em bang li CPT dikin ku erka xwe pêk bîne. Em bang li hemû gelê Kurd dikin ku li beramberî helwesta CPT rabin ser piyan û çalakiyan li dar bixin. Îro dem ne dema rûniştinê ye dem dema azadkirina Rêber Apo ye. Salek nû li pêşiya me ye, em hêvîdar in ku sala nû bibe sala azadiya Rêber Apo û Kurdistana xweser. Em serkeftinê ji bo hemû çalakgerên grevên birçîbûnê dixwazin.”