Sala 42'an û rasteqîniya zindanê

Kav: Tevgera Azadiyê bi vê têkoşîn û keda mezin kete sala 42'an, lê her wiha bi şehîdbûna bi sedan girtiyên zindanan. Bi hezaran jê hê jî dîroka Tevgera Azadiyê li zindanan dinivisin.

Fuat Kav di gotara xwe de bal kişande ser di dîroka Tevgera Azadiyê de rola zindanê û got, ''Piştî 41 salan fikirîna li beriya 41 salan, hûrbûna li ser û vegotina wê an jî nivîsandina wê dibe ku ne bêderfet be lê zehmet e. A girîng nivîsîna wê ye'' û wiha domand: ''Tevgera Azadiyê wan salên ku hê nû dema ku dest bi nivîsîna dîroka xwe, ya gelê xwe û pratîka we dike eniya zindanê nas dike. Zindan weke hewcehiya danîna kevirên dîroka têkoşîn, şer û dîroka nû xwe li rojevê dabû rûniştandin. Heke têkoşîn û pevçûn hebe, heke ew helwesta avakirina civka nû hebe, naxwe wê demê bi rengekî sirûştî wê zindan jî hebin. Tevgera Azadiyê ji hêla teorîk ve bi vê rasteqîniyê zanîbû. Hem ji dîroka şoreşên din û hem jî ji dîroka Kurdistanê bi vê zanîbû. Nexasim bi xwendina rûdanên li zindanên  Wîetnamê û li dijî vê berwedanê bi rengî hay ji vê çêbûbû.'' Kav got, ''A girîngtir pêvajoyeke 6 mehan a zindanê a Rêber Abdulalh Ocalan hebû. Hê dema qonaxa komê Kemal Pîr jî li Enqerê ji bo demeke kurt ketibû zindanê. Lê li gel vê jî hişmendiya dîrokê ya zindanê ya rûniştî, rewşa wê ya ramanî nebû. Parçeyî bû û nerîneke giştî bû.

Kav got weke li hemû qadan bûyî, li zindanan jî têkoşîn û pratîka bi gewdekirinê bêhtir bi darbeya leşkerî ya Tirk a 12'ê Îlonê re dest pê kiriye û domand, ''Piştî ku Xeyrî Durmuş û Mazlûm Dogan dikevin zindanê û piştre bi girtina Kemal Pîr re û di vê demê de bi girtina ji hezarî zêdetir qedor, ev pêvajo dest pê dike.''

DARBEYA 12'Ê ÎLONÊ Û ZINDAN

Kav di gotara xwe de bi bîr xist, piştî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê Tevgera Azadiya Kurdistanê di cih de vedikişe, di serî de li Nimro 5'an a Zindanê Amedê li hemû zindanan têkoşîn didome, her zor û zehmetiyê tînin ber çav, destûr nayê dayin ku faşîzm li zindanan ji hêla siyasî ve bi ser bikeve û vîn û otorîteya xwe sazûmanî bike. Kav got, ''Ev di dîroka Kurdistanê de tiştekî nû bû; ji ber ku di dîroka Kurdistanê de cara pêşî îxanet têk çûbû û berxwedan nehatibû serkutkirin. Diyardeya îxanetê ku tim ji pişt ve xencer li pişta Kurdan dida, vê carê li mekanê, ango li zindanê tê hêrifandin. Bi vî rengî, di şexsê wan girtiyan de ku li ber xwe dan, rûmeta Têkoşîna Azadiya Kurdistanê tê parastin, li dijî îxanetê û kesayatiya kevneşopî mirovê nû bi azweweriyeke mezin tê avakirin.''

Kav got ev berxwedana li zindanan û rêze çalakî bi girtiyan re sînordar nema, bi şerê giran, bi lehengiya mezin a li nav çar dîwaran giha partiyê, gel, ji hêzeke polîtîk bû helwesteke rêxistinî, hêza çalakî, bi giştî bû Newroz û ji vir veguherî ser vîna gelê azad.

BÊYÎ DUDILIYEKÊ TEMSÎLA GELÊ KURD KIRIN

Kav wiha domand: ''Zindana Amedê wan ''salên giran'' ku tarîtiya zilûmat a faşîzmê hatibû serwerkirin, kete rewşa navendeke polîtîk, geşedana şoreşê bi rengekî derasayî lezand, bi berxwedana bêhempa, bû xwedî wê hêzê ku berê hin çîn û hêzên navber bide nav refan. Li dijî gotinên, ''Ti rêyeke we ya dî nîne, divê hûn teslîm bibin. Hûn ê werin ser xeta Şahîn Donmez û Yildirim Merkît'' a generalan, girtiyan gotin, ''Em ji azadiyê naqerin. Em ji xeta rizgariyê bawer dikin. Di roja teng de em pişta xwe nadin tevgera xwe û gelê xwe'' û bêyî dudiliyekê, temsîla gelê Kurd dikin. Ji ber vê ev berxwedan di çavê gel de û di dilê gel de hê jî bêhempa û pîroz e.''

Kav Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê, Berxwedana Çaran, çalakiya fedayî ya mezin a Mazlûm Dogan bi bîr xist û got, ''Girtiyan li Zindana Amedê temsîla a rast kirine, bi berxwedana bêhempa ya ku nîşan dane, xeta îxanetê zelal kirine, rengê rastî yê Kurdna derxistine holê. Vê berxwedana bêhempa her wiha MIROVÊN BI DILÊ WÊREK afirandine ku serî natewînin, li ser kaban rûnanin, vîna wan nayê şikandin, giyanê xwe nafiroşin û destûrê nadin ku ziyan were ser rûmeta wan.''

MEZINBÛNA MAZLÛM DOGAN

Kav got Mazlûm Dogan ne tenê bi çalakiya ku kirî û berxwedana bêhempa ya ku nîşan dayî, bi pêşdîtina xwe ya bêhempa û bi helwesta analîzkirina pêvajoyê, li zindanan li ser mijara nivîsandina dîroka Tevgera Azadiyê bûye rêberekî berxwedanê yê diyarker. Kav got, ''Mazlûm Dogan hem nivîsevanê dîrokê, hem çalakger û hem jî analîzvanekî mezin bû. Ji ber vê her tişt hê beriya wê didît, fêhm dikir û li gorî wê diaxivî, nîqaş dikir. Polîtîkaya li ser zindanê ya cuntaya leşkerî beriya wê dîtibû û gotibû, '' Cunta ji aliyekî ve ji bo ku me, ango partiya me tine bike û hemû derfetan ji holê rake hat. Helbet sedema hatina wê pirhêlî ye, lê aliyek jê jî em in. Ji ber vê, wiha me rehet nahêlin, wê bixwazin me biçewisînin, wê hewl bidin vîna partiyê bişkînin, bi ser  de wê li ser polîtîkayeke wiha biçin ku hewl bidin yek bi yek me ji bo xwe bidin xebitandin.''

DÎROKÊ PEYWIRKE GIRAN DANIYE BER ME

Kav bi domdarî got, ''Mazlûm Dogan pêvajo dîtibû, karakterê 12'ê Îlonê analîz kiribû, sedema hatina darbeya leşkerî baş fêhm kiribû, digot, ''Lê tiştekî dî heye: Ew ê bixwaze me biçewisîne lê em ê çi bikin?'' û didomand, ''Dîrokê peywirek daye me, zehmet e, dijwar e, belkî berdêla wê giran be lê ev hikmê dîrokê ye. Em nikarin derkevin derveyî wê. Bicihanîna wê peywira me ye. Heke em vê peywirê bi cih bînin wê demê bi maneya rastî em ê partiyê bijîn. Heta niha dîroka Kurdistanê hem hêla wê ya îxanetê û hem jî xeta wê ya berxwedanê dijminên me nivisîne. Em dizanin bê ka çilo nivisîne. Belkî jî cara pêşî em ê dîroka xwe binivisînin. Partî, gel û dîrok vê ji me dixwaze.

Mazlûm Dogan bi rastî jî dîroka partiyê nivîsî, mohra xwe danî ser mezintirîn berxwedana zindanê ya ku wê qedera gelê Kurd diyar bikira. Li ber ronkahiya çalakiya mezin a fedayî îro gelê Kurdistanê, dîroka têkoşîna xwe ya azadiyê dinivisîne. Ev herka mirovan a li Bakur, Rojhilata, Başûr û Rojava, li çar hêlên cîhanê mîna çemekî boş ber bi azadiyê ve diherike ev  dîrok bi xwe ye. Mazlûm Dogan ev bi ser xist.''

KEMAL PÎR DÎROK BI KEYS DIKIR

Kav bi domdarî got Kemal Pîr û Xeyrî Durmuş piştî Mazlûm Dogan, dîroka ku wî nivîsî zêdetir beloq kirin, herdu jî li zindanan weke nasnameya Tevgera Azadiyê hem hatin dîtin û hem jî wiha tevgeriyan û diyar kir, ew li dadgehê, dema parastinê, li bara dijmin, li her deverê û di nav her şert û mercî de ''Tevgera Azadiyê bûn''. Kav got, ''Her kesî jî ew wiha didîtin. Ew dema ku dihatin dîtin, dema ku diaxivîn, dema ku radibûn û rûdiniştin weke ku Tevgera Azadiyê bin dihatin dîtin û wiha dihatin fêhmkirin.''

Kav wiha domand: ''Kemal Pîr beriya wê çalakiya xwe ya bêhempa û mezin, bi gotina, ''Vê carê rasteqîniya dîroka gelê Kurdistanê û Tirkiyê divê em binivisin. Cunta wê dîroka ku beriya niha hatî nivîsin bêhtir berevajî bike û binivisîne, wê derewên din li dîroka serweran a şaş û derew zêde bike. Em pir baş bi vê dizanin. Niha ew fersenda me heye ku em li vir, li vê zindanê vê rast bi keys bikin, a rast, rastiyê binivîsin. Heke em li dijî cuntayê li ber xwe bidin û serê xwe li ber netewînin, em ê xwe di ber nivîsîna rast a dîrokê re bikin'' analîza pêvajoyê kiriye.

Ê ku gotî ,''Divê em xwe nedin çewisandin, divê em herikandina dîrokê biguherînin'' Kemal Pîr e. Kemal Pîr ê ji Behra Reş tim rastî gotiye û tim li gorî vê rastiyê axiviye lê li zindanan jî pratîka vê nîşan daye. Bi gotina, ''Tevgera Azadiyê weke hêviya gelê Kurd çêbû lê ji bo gelên Tirkiyê jî û ji bo gelên Rojhilata Navîn jî wê bibe hêvî. Ez bi heval Abdullah bawerim, Tevgera Azadiyê partiya her kesî, her gelî ye'' nasnameya rastî ya partiyê hê demê aniye ser zimên.

Naxwe Tevgera Azadiyê ne ku niha bûye partiya gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn, dema ku nû hatî avakirin weke partiya gelan hatiye avakirin. Belkî wê demê destnîşankirina vê ne zêde beloq bû lê sîsika wê ev bû. Kemal Pîr ev rastî li dadgehê bi rengekî zelal gotiye. Li ser pirsa, ''Kemal tu Tirk î, çi kare te di nav van de heye?'' ya şandeya dadgehê, Kemal Pîr dibêje, ''Belê, wiha te lê ez rizgariya gelên Tirkiyê di nav Tevgera Azadiyê de dibînim. Ji ber ku, heta ku gelê Kurd rizgar nebe, gelê Tirkiyê jî nikare rizgar bibe. Ango rizgariya rastîn a gelê Tirkiyê bi rizgariya gelê Kurdistanê pêkan e. Ji ber vê di nav refên Tevgera Azadiyê de me.''


XEYRÎ DURMUŞ TEVGERA AZADIYÊ BÛ

Kav got, ''Tevgera Azadiyê ya ku beriya bi 41 salan hatî avakirin ev e'' û bal kişande ser Xeyrî Durmuş. Kav got, ''Xeyrî Durmuş yek ji navê li pêş yê Tevgera Azadiyê bû. Nasnameya wî û ya Tevgera Azadiyê bi maneyekê bûbû yek nasname. Tam weke Kemal Pîr û Mazlûm Dogan. Dema ku Xeyrî Durmuş tiştek digot, dihate gotin, ''partî ev gotiye''. Nedihate nîqaşkirin, guman jê nedihate birîn û duduilî çênedibû.''

Kav wiha domand: ''Xeyrî Durmuş kesayatiyeke rêber bû ku li zindanê temsîla Tevgera Azadiyê dikir. Ji ber vê, her tişta ku gotî weke dîroka partiyê hatiye gotin û wiha derbasî qeydan bûye. Dijmin jî bi eynî rengî nêzîktêdayin lê kiriye. Li ser gotina, ''Tu di nav komîteya navendî ya vê partiyê de cih girtiye, ji ber vê ji her tiştî berpirs î'' ya şandeya dadgehê Durmuş gotiye, ''Rast e, ez yek ji wan kesê ku di nav komîteya navendî cih girtî ji PKK'ê berpirs im û ji çalakî û bernameyên ku partiya min bi fermî li xwe girtiye, ez bi asta pêşî berpirs im. Parastina xwe jî li ser vî hîmî dikim. Bêyî dudilyekê min bi vî sifetî binirxînin.''

Kav li ser Xeyrî Durmuş got, ''Dîroka zindanê ya Tevgera Azadiyê, berxwedan û  rawesta bi serbilindî ya li dijî dijmin nivîsandiye, barê giran daye ser milê xwe. Li dadgehê bi parastina xwe ya bêhempa dijminên Kurdan li ser kursiyê bersûc daye rûniştandin, dramên hevalên xwe yên ku êşkence li wan hatî kirin li dadgehê bi dengekî bilind aniye ser zimên, li hêwana dadgehê bi xayin-lixwemikurhatiyan re yên ku bi dijmin û celadên xwe re bûne yek, duelo kiriye û berevaniya partiyê kiriye. Çûye hemû danişînên dadgehê û rêgezên sereke yên têkoşîna rizgariya Kurdistanê û partiyê gotiye. Gotiye, têkoşîna rizgariyê ya Kurdistanê encex li ser hîmê rêgezên şoreşger û bi rêgezên partiyeke şoreşger dikare bigihe armanca xwe û tekana partiya ku dikare vê bike Tevgera Azadiyê ye.''

DIYARKERIYA BERXWEDANA ZINDANÊ

Kav wiha domand:''Tevgera Azadiyê li zindanan çênebûye lê li zindana mezin bûye, bi çalakiyên ku daniye holê, bi berxwedna li dijî cuntayê, bi teslîmnebûnê û bi helwesta mehkûmkirina teslîmiyetê ya li zindanê mohra xwe li dîrokê daye. Di gelek dîrokên şoreşan de pêvajoyên zindanê çêbûne lê di ti şoreşê de bi qasî ya di şoreşa Kurdistanê de nebûye xwedî roleke mezin. Xeyrî Durmuş got, ''Kurdistan dibe Wîetnam, qêrînên van mirovan ji bîr nekin'' lê her wiha amaje pê kir ku wê jiwealtên din zêdetir êş û zêdetir berxwedan çêbibe. Di navbeyna 1980 û 1984'an e zindan li ser Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûye xwedî roleke diyarker'' û got, ''Çalakiyên fedayî yên Mazlûm Dogan, Çaran û 14'ê Tîrmehê bûne çalakiyên herî girîng ku têkoşîna vê pêvajoyê kûr kirin.''

Kav di gotara xwe de ya li ser giringiya zindanê ya di têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistane de got, ''Cihekî mezin ê berxwedana zindanê di dîroka Tevgera Azadiyê de heye. Li dijî teslîmiyetê, îxanetê, li dijî yên ku direviyan û kesên ku xwe ne ji Dêrê û ne jî ji Mizgefê dikin bûye qadeke girîng a têkoşînê. Ev têkoşîn bi zindanan re sînordar nemaye, ji wir xwe gihandiye Newrozan, ji Newrozan xwe gihandiye labîrentên Rojhilata Navîn û çiyayan.''

Kav herî dawî got: ''Tevgera Azadiyê bi vê têkoşîn û keda mezin kete sala 42'an, lê her wiha bi şehîdbûna bi sedan girtiyên zindanan. Bi hezaran jê hê jî dîroka Tevgera Azadiyê li zindanan dinivisin. Alî Erek, Alî Çîçek, Akîf Yilmaz, Çaran û gelekên din dîroka partiyê ya pêvajoya zindanê bi bedena xwe, bi canê xwe û xwîna xwe nivisîne. Helbet li zindanan têkoşîn didome, bi deh hezaran girtî hê jî dîroka Tevgera Azadiyê li zindanan dinivisin. Bi rastî jî Tevger Azadiyê romenek e ku hê dawî lê nehatiye.''