Sala 2019'an wê 'modela nû ya gerîla' bê afirandin!

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel ji fermandar û şervanan hemûyan re peyama sersalê şand û soz da ku wê gerîlayên serketinê û modela nû ya gerîla biafirînin. Fermandariyê hişyarî da û got, sala 2019'an şer wê giran bibe.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) peyameke nivîskî weşand û işaret bi metirsî û biryardariya têkoşînê ya sala 2019'an kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dema ku mirov bala xwe bidin ser bûyerên giştî yên diqewimin, tê dîtin ku şerê li Rojhilata Navîn wê sala bê girantir bibe."

Fermandariya Biryargeha NPG'ê got, "Ji ber ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan û rawestandina vî şerê ku êşên giran bi gelên herêmê dide kişandin, projeyeke çareseriyê ya hatiye destnîşankirin nîne."

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Tenê projeya çareseriyê ya Rêber Apo heye, ku di serî de mêtingeriya Tirk hêzên mêtinger û hegemon ên navneteweyî hemû ji perspektîfa çareseriya neteweya demokratîk a ku demokrasî, azadî, azadiya jinê û biratiya gelan pêşkêş dike, ditirsin û bi destê dewleta Tirk a faşîst êrîş dikin.

ERDOGAN NE SEROKKOMAR E, EW SERÇETE YE

Dewleta Tirk ku di bin navê 'têkoşîna li dijî terorîzmê' de tundî û teroreke mezin li gelên herêmê dike, heta ku ev nêzîkatî û sekna xwe hebe wê hewldanên ji bo çareseriyê û rawestandina şer bi bandor nebin. Ji ber ku Serokkomarekî welê li dijî me ye ku kêfa wî ji kuştina Kurdan re tê, her roj li meydanan pesnê vê dide û propaganda wê dike, bi rengekî vekirî êrîş dike û terorê rewa dike, şovenîzma li Tirkiyeyê sor dike û bi kuştina mirovan dixwaze dengan bi dest bixe. Eşkere ye ku ev ne serokkomar e, ev serçete ye. Zîhniyeta faşîst a ku dixwaze bi rijandina xwînê li ser desthilatdariyê bimîne û hebûna xwe bi rijandina xwînê didomîne, heta ku bandora wê bi temamî ji holê neyê rakirin, nepêkane ku şerê li Kurdistanê, Tirkiyeyê û herêmê bisekine, nepêkane ku aştî û biratî pêk were.

ERDOGAN WÊ DI SALA 2019'AN DE ŞER GIRANTIR BIKE

Lewma, xuya ye wê di sala 2019'an de hem li herêma me hem jî li welatê me Kurdistanê şer giran bibe. Ji niha ve tê dîtin, di navbera rejîma Enqereyê ya nîjadperest faşîst û gel û tevgera me de wê li Bakur, Başûr û Rojava şerekî dijwar biqewime. Bêguman zor û zehmetî hene li pêşiya me. Lê belê eger em di nava her şert û mercî de bi felsefeya çareserî û ronîkirinê ya Rêber Apo tevbigerin, em ê her tim bi ser bikevin. Zîhniyeta mêtinger faşîst, ya ku sala 2018'an nekarî li Rojava bike hewl dide niah bike û plana êrîşa li dijî Rojavayê Kurdistanê dike. Ev yek tê wê wateyê ku Kurdistan bi temamî dikeve qonaxa şerekî nû. Eşkere ye, ne tenê li Rojava wê li gelemperiya Kurdistanê gelê me bi rengekî dîrokî li dijî mêtingeriyê li ber xwe bide.

MODELA NÛ YA GERÎLA

Hêzên Parastina Gel a Kurdistanê, di çarçoveya karên jinûve avakirinê de ku demeke dirêj e em li ser disekinin, wê li her qadê, teknolojiya dawî ya şer jî di nav de li dijî her şêwe êrîşan rawestin. Em çiqasî karibin sîstema xwe ya gerîlayên profesyonel û serdema nû biafirînin, em ê ewqasî di şer de bi ser bikevin.

Di vê mijarê de divê rojeva bingehîn a hevrêyan hemûyan, di çarçoveya jinûve avakirinê de bi karên perwerdeyî têgihiştin, pejirandin û bicihanîna xeta gerîla ya serdema nû be. Bi taybetî, şert e ku ji aliyê guhertina bingehîn ji aliyê zîhnî ve bê nirxandin, rêbaza gerîlayên serdemê bên bidestxistin, ji vê yekê bawer bikin û bi vê baweriyê bi hêza xwe hemûyî kûr bibin. Divê pê bawer in ku em çiqasî modela nû ya gerîla biafirînin em ê ewqasî bi ser bikevin û di vê çarçoveyê de gelekî girîng e ku rojên destpêkê yên salê li ser gerîlatiya profesyonel kûr bibin û guhertinên bingehîn pêk bînin. Gelekî girîng e ku em asta gerîlayên profesyonel ên ku bi performansa taktîk û teknolojîk encamê bigirin, biafirînin. Eger em kûrbûna xwe ya du salên dawî van rojan bigihînin asta bilind, em ê karibin bi têkoşîna gerîla ya nû, pêngavan pêk bînin û bi ser bikevin.

AFIRANDINA GERÎLAYÊN SERKETINÊ

Îro li girtîgehan û li derve bi pêşengiya lîderên şoreşger greva birçîbûnê tê kirin. Nêzîkatiya rast a gerîla ya li van çalakiyan, afirandina gerîlayên serketinê ye. Divê em zanibin ku ev yek jî bi kûrbûna leşkerî, rêxistinî û îdeolojîk a di çarçoveya projeya jinûve avabûnê dibe, bi afirandina modela nû ya gerîla pêkane. Li gorî vê yekê di vê em bi şêweyekî rast nêzî wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bibin. Peyama ku grevên birçîbûnê dide me; afirandina gerîlayên serketinê ye. Bi pêkanîna xeta serdema nû ya gerîla, em dikarin bersivê bidin berxwedêran hemûyan, bersivê bidin Rêberê xwe, bendewariyên gel û dostên xwe. Bi vê bîr û baweriyê em di têkoşîna sala nû de ji we hemûyan re bi coşa şoreşgerî serketinê dixwazin, bi rêzdarî we hemûyan silav dikin."