Şahidên bûyerê: Pekdogan ji aliyê polîsan ve hate înfazkirin

Şahidên bûyerê dan xuyakirin, ku Pekdogan ê roja 7'ê Kanûnê hate kuştin û weke 'terorîstek bi çeka xwe mirî hat bidestxistin' di çapemeniyê de hat weşandin, ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye înfazkirin.

Di 7'ê Kanûnê de li medya alîgirê AKP'ê nûçeya bi sernivîsa 'terorîstek di şer de bi çeka xwe mirî hat bidestxistin' hate weşandin. Têkildarî vê nûçeyê ku qala kuştina Dogan Pekdogan dikir, şahidên bûyerê axivîn. Şahidan gotin, li cihê bûyerê şer derneketiye û Pekdogan yekser ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye înfazkirin.

Karkerê înşaetê Dogan Pekdogan ê 24 salî bû qurbanê dawî yê polîtîkayên înfazê, ku êvara 7'ê Kanûnê li kolana 1154'an a taxa Bagcilar a navçeya Rezan a Amedê ji aliyê hêzên dewletê ve hate kuştin. Medya alîgirê AKP'ê dema ev bûyer ragihand wiha digot "Terorîstekî dixwest bi roketan êrîşî wesayîta zirxî ya polîsan bike, di şer de tevî çeka xwe mirî hat bidestxistin". Şahidên bûyerê têkildarî vê nûçeyê axivîn û destnîşan kirin, ku bûyer înfaz e. Şahidan gotin, "Saet dora 21:30 bû, Pekdogan li dora Parka Goletlî ji aliyê maşîneke zirxî ya bi tîpa Akrep ve hate sekinandin û kontrola GBT lê hat kirin. Piştî vê kontrolê Pekdogan rahişt nasnameya xwe û çû. Piştî ku bi qasî 50 metreyan çû, ji maşîna zirxî du caran gule lê hate reşandin. Pekdogan ji pişt û lingê xwe birîndar bû û ket erdê. Polîs hatin ser wî û li erdê jÎ lê reşandin, bi vî rengî ew kuştin. Ji ber ku gelek gule lê ket Pekdogan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Piştî ku dengê fîşekan hate bihîstin, gel derket şaneşîn û paceyên xwe, lê polîsan gef li gel xwarin û gotin, 'Bikevin hundir, paceyan bigirin, kî serê xwe derxîne derve em ê ya pêwîst bikin'. Piştî wextekê wesayîta cenaze ya Şaredariya Bajarê Mezin hat û cenaze rakir."

Hêzên dewletê, piştî ku Pekdogan înfaz kirin û cenazeyê wî rakirin nexweşxaneyê li bavê wî Tahsîn Pekdogan geriyan. Bav Pekdogan ê serî li ÎHD'ê da, qala bûyerê kir: "Saet di 23:15'an de ji nûmarayeke bi 0412 dest pê dike, li min geriyan. Kesekî ku got ew polîse, ji min re got, 'Kurê de li Nexweşxaneya Lêkolînê ye, zû were' û telefon girt. Li dû vê telefonê ez yekser çûm nexweşxaneyê û min ji polîsên li wir re qala rewşê kir û pirsê bê kurê min li nexweşxaneyê ye yan na. Piştî axaftin û lêkolînkirineke kurt, ji min re gotin 'nûmaraya li te geriya ya polîsan e, lê kurê te ne li nexweşxaneyê ye, li emniyetê ye'. Li ser vê yekê ez çûm ber nîzamiyeya pêş a emniyetê û min li kurê xwe pirsî. Kesên li vê derê jî piştî axaftina bi hev re hatin cem min û gotin, 'kurê te li vir e, lê tu nikare bibîne, ji ber ku wê sibe sewqî dozgeriyê were kirin'. Min şand malê. Lê belê 10 deqe piştî vegera li malê heman nûmareyê dîsa li min geriya û got, 'kurê te li nexweşxaneyê ye, tu çima nayê' û telefon girt. Ez gelekî ketim nava fikaran û ji min hebû ku şaşitiye bûye. Lê dîsa jî tevî kurê xwe û hevjîna xwe em çûn emniyetê. Hevjîna min û kurê min piştî ku çûn emniyetê û qala rewşê kirin, polîsan em birin morga nexweşxaneyê û cenazeyê kurê min nîşanî me dan."

'JI BO RONÎKIRINA BÛYERÊ DIVÊ QEYDÊN KAMERA BÊN LÊKOLÎNKIRIN'

Bav Pekdogan nerazîbûn nîşanî nûçeyên medya AKP-dewletê da û ji bo ronîkirin bûyerê xwest, dîmenên kamera li dikanên derdorê bên lêkolînkirin.