Safiye Akdag: Jin, Jiyan, Azadî serhildana jinê ye

Aktîvîsta TJA'yê Safiye Akdag li konferansa DBP'ê ya li Amedê axivî û bal kişand ser serhildana "Jin, Jiyan, Azadî". Safiye Akdag got, "Ev felsefe serhildana jinê ye."

Endama Tevgera Jinê ya Azad (TJA) Safiye Akdag li Konfeansa Partiay Demokratîk a Gelan (DBP) a li Amedê axivî.

Safiye Akdag bi taybetî bal kişand ser têkoşîna "Jin, Jiyan, Azadî" ya ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê veguherî serhildanê û destnîşan kir ku ev dirûşm di Îlona 2022'an de piştî ku jin a ciwan a Kurd Jîna Emînî li Tehranê hate qetilkirin, li cîhanê belav bû.

Akdag got, "Felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' ya jinan bi vî rengî gihîşt vê serdemê. 'Jin, Jiyan, Azadî' serhildana wan jinan e ku bi navê namûsê hatin qetlikirin. Ji bo me gelekî girîng e. Bi saya felsefeya Birêz Abdullah Ocalan em gihîştin vê astê."