Sadak ê HDP’î girtin

Endamê PM ê HDP’ê Resûl Sadak li emniyetê yê ku ji bo îfadeyê bide çûbû, piştî sewqî dozgeriyê kirin û şûnde hate girtin.

Îro danê sibehê Midûriyeta Polîsan a Şirnexê ji bo îfadeyekê gazî Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Resûl Sadak kiribû. Sadak, gava çû midûryeta polîsan hat destgîrkirin. Hat ragihandin ku Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê derbarê Sadak biryara girtinê daye. 

Piştî îfadeya li dozgeriyê Sadak bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê jî bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" Sadak girt.

Sadak, birin Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T'yê.