Dewleta Tirk li gelek herêmên Zagrosê êrîşên îmhayê da destpêkirin

Dewleta Tirk a dagirker li ser gelek gund, zozan û qadên gundewarî operasyona îmhayê da destpêkirin. Gelek leşkerên Tirk li herêmê hatin bicihkirin. 

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ YÊN DEWLETA TIRK

Dewleta Tirk a dagirker di saetên sibehê de li ser gelek qadên gund, zozan û gundewarî herêma Zagrosan operasyona îmhayê da destpêkirin. Operasyona leşkerî ya li gundên Sorê, Zêvkanê yên Elbakê û ser sînorê Xaşkan, Dirişkê, Lêsek, Derav  ên herêma Geliyê Dirîyan û gundên Soryan, Basan, Bilind Basan, Dêlezi yên Geverê hat destpêkirin.

Di saetên sibehê de bi hezaran leşkerên Tirk bi wesayîtên zirxî û helîkopteran ji navenda Colemêrgê û navçeyên derdorê anîn herêmê.  

ZOZAN Û MÊRG DI DORPÊÇÊ DE NE

Di dema ku rêyên diçin Meydan Belek, Geliyê Zeynebê û Deşta Geliyê Dolan ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin girtin, kesên ku çûn bêriyê, di lêpirsîna GBT’ê de hatin derbaskirin.

Deşta Siyane û Geliyê Masîro yên gundê Lêsek ê girêdayî navçeya Elbak a Wanê, Navşiyan, Çiyayê Morê ya gundê Soryan ê Geverê, Şîşol a gundê Sorê, deştên Kirmik, Şermerzan û Kanîdirêj ên Geliyê Pinyanişî yên Deşta Davana Sorê ji aliyê leşkeran ve hatin dorpêçkirin Hat diyarkirin ku sewqiyata leşkerî hatiye kirin.  

ÊRÎŞA LI SER TÎLORANÊ DI ROJA 13’AN DE YE

Êrîşên di 11’ê Hezîranê de li ser herêma Çiyayê Sipêrêzê, kaniyên Horê, Berê Sor û Conî ku gundên Tilorana Jêr û Tilorana Jor ên Geverê lê ne, 13 roj in bênavber didome. Li qadên ku çiyayên Sipêrêz û Omerê lê ne, bi şev tevgera hewayî ya bêmirov heye.