BI DÎMEN

Kûdret Ûçûk: Mekanîzmaya dewletê hişt ku karesat mezin bibe

Hevşaredarê Şemrexê Kûdret Ûçûk diyar kir ku derketina şewatê, belavbûna wê û windakirina jiyanê, tevî hemû bangan jî mekanîzmaya dewletê nekete nav tevgerê û ev rewş hişt ku karesat mezin bibe.

HEVŞAREDARÊ ŞEMREXÊ KÛDRET ÛÇÛK

Di şewata ku di navbera navçeya Çinar a Amedê û navçeya Şemrex a Mêrdînê de derket bandor li ser 19 taxan kir û her ku diçe hejmara miriyan zêde dibe. Hevşaredarê Şemrexê Kûdret Ûçûk diyar kir ku ji bo tespîtkirina 5 kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dane mînakên DNA'yê hatin girtin.

Ûçûk destnîşan kir ku kapasîteya nexweşxaneyan ji bo dermankirina birîndaran têrê nake û wiha got: "Ji şevê ve em bang dikin. Şaredariyên me yên Wan, Şirnex û Amedê hemû derfetên xwe seferber dikin, lê wezaret bêçalak in. Gelek birîndarên rewşa wan giran hene. Divê di bin hin mercan de bên dermankirin. Hem personel û hem jî alav li nexweşxaneyên herêmê têrê nakin. Destpêka şewatê, belavbûna wê û windakirina jiyanê li ber çavan e.”

BI DEZENFORMASYONÊ HEWL DAN BERPIRSYARIYA DEWLETÊ VEŞÊRIN

Hevşaredarê Şemrexê Kûdret Ûçûk diyar kir ku şewat di bin kontrolê de ye, lê li hin deveran di nava zozan û mêrgan de hê jî cîhên dişewitin hene hene û ji bo van deran jî pêvajoya sarkirinê didome. Ûçûk destnîşan kir ku daxuyaniyên wezaret û rayedaran ên der barê şewatê de rastiyê nîşan nadin û destnîşan kir ku bi manîpulasyon û dezenformasyonê hewl didin mezinahiya karesata veşêrin.

Kûdret Ûçûk got, "Ji duh bi şev û vir ve bi sedan kes seferber bûne. Gundiyan bi derfetên xwe hewl dan agir vemirînin. Heta sibehê me gelek caran telefon kir. Me got şewat derketiye. Divê helîkopterek bê şandin, agirkuj û ambulans bişînin herêmê , lê wezaret neçalak in Li vir wêraniyeke hovane pêk hat, bi kîlometreyan erd şewitî û bû xwelî. 

NASNAMEYA 5 KESAN TESPÎT NEBÛYE 

Kûdret Ûçûk, da zanîn ku 3 jin û 2 zilaman ji ber şewatê  jiyana xwe ji dest dan; hêj nasnameya 5 kesan nehatiye diyarkirin û diyar kir ku ji bo tespîtkirina nasnameyan nimûneyên xwînê hatine girtin. Kûdret Ûçûk diyar kir ku tê texmînkirin cenazeyên 3 jinên ku nasnameya wan nehate tespîtkirin gundiyên ku beşdarî xebatên vemirandina agir bûne û 2 mêr jî ji ber ku bi heywanên re hatine dibe ku şivan bin û wiha domand: “Ji gundê Kelek  ê Şemrexê tenê 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û nasnameya 2 kesan nehatine tespîtkirin. Li Çinarê jî nasnameya 3 kesan nehatine tespîtkirin. Li gorî me tespît kir bi giştî 12 kes jiyana xwe ji dest dane. Pêkhatina şewatê, belavbûna wê, windakirina jiyana mirovan, tevî hemû bangan jî mekanîzmaya dewletê nekete nav tevgerê û ev rewş hişt ku karesat mezin bibe.”