Maseya Koordînasyona Krîzê bênavber dixebite

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi Maseya Koordînasyona Krîzê ya ku der barê şewatê de ava kir, li nexweşxane û taxan bênavber dixebite.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, têkildarî şewata ku di navbera navçeyên Xana Axpar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê de derket, Maseya Koordînasyona Krîzê ava kir. Maseya krîzî ya ku bi koordînasyona Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn hat avakirin, Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, Alîkarên Sekreterê Giştî Reşat Bakan, Aziz Ozdogan, Ozgur Yildiz û Zerrîn Turk û serokên daîreyan tevahiya şevê li qada şewatê xebitîn.
Serra Bûcak, Dogan Hatûn û rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin ji kêliya şewatê ve li taxan xebatên vemirandina agir û peydakirina pêdiviyên însanî koordîne kirin. Hevserok çûn serdana malbatên taxan û piştre xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin.  

Li gorî daneyên ewil ên Daîreya Karên Tenduristiyê ya DBB’ê dermankirina 22 birîndarên ku 10 kes jê giran in li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Dîcleyê dewam dikin.

MUDAXALEYA EWIL A JI BO ZINDIYAN

Dîsa li gorî daneyên Midûriyeta Karên Tenduristiyê gelek dewar û pez û cureyên ajalan ku beşeke girîng a jiyana xwezayî ne, jiyana xwe ji dest dane. Di dema ku xebatên vemirandina şewatê didomin, ekîba pispor ku di nav de beytarên midûriyetê jî hene, alîkariya ewil da ajalên birîndar. Ji Daîreyê 2 beytar û 3 xebatkarên qadê, ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Wan û Mêrdînê û Zanîngeha Dîcleyê jî beşdarî xebatên alîkariya ewil bûn. Piştî arîkariya ewil a ajalên birîndar rakirin Navenda Lênihêrîn û Rehabîlîtasyonê ya Ajalan. Xebatên ji bo ajalên ji şewatê bi bandor bûne didomin.

Komeleya Parastin û Rizgarkirina Ajalên Barkêş ku li Stenbolê xebatên xwe dimeşîne jî ji bo piştgiriyê bide xebatê ber bi Amedê ve bi rê ket.

Hat ragihandin ku şevê din saet di 22.09’an de îxbara şewatê gihîştiye Midûriyeta Agirkujiyê û saet di 22.10’an de 2 wesayitên agirkujiyê û 6 agirkuj ji Agirkujiya xana Axparê ya Şaredariya Bajarê Mezin derketin. Piştî vê yekê yekser ji Bismilê 2 wesayîtên agirkujiyê û 6 agirkuj, ji navenda bajêr wesayîtek û 4 agirkuj û ji Midûriyeta Şaxa Navendê jî 1 wesayît û 4 agirkuj gihîtin herêmê.

Bi tevahî 6 wesayitên agirkujiyê û 20 agirkuj beşdarî xebatên vemirandina agir bûn. Hat diyarkirin ku piştî ekîbên agirkujiyê bandora şewatê bisînor kirin, li navçeya Şemrexê li herêma şewatê beşdarî xebatên destwerdana ku berdewam dikir, bûn Şaredarî wesaîtek agirkujiyê û tankerek avê li cihê bûyerê digire da ku demildest mudaxaleyî karesata awarte bike.  

XEBATÊN AVA VEXWARINÊ Û VeMIRANDINÊ DIDOMIN

Midûriyeta Parastin û Kontrola Jîngehê ya DBB’ê bi 4 tankerên avê û 10 personel, Midûriyeta Park û Baxçeyan bi 10 avdaniyên avdanê û 24 personel, Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ’yê jî bi 6 tankerên avê, kepçeyek, 1 kamyonek kanalîzasyonê û bi tevahî 14 persone hatin cihê şewatê. Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ'yê îro bi 7 tankerên avê ava vexwarinê da taxên ku şewatîne. DÎSKÎ'yê da zanîn ku ji bo mexdûriyeta welatiyan ji holê rabe wê bi heman ekîbê dayîna ava vexwarinê ya welatiyan dewam bike.

 Li aliyê din şaredariyên derdorê jî beşdar bûn û piştgirî dan xebatên vemirandina agir. Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê wesaîtek agirkujiyê, Şaredariya Wêranşarê 3 tankerên avê, Şaredariya Semsûrê wesayîtek agirkujiyê û 16 personel, şaredariyên Cizîr, Silopiya, Êlih, Sûr, Bajarê Nê, Peyas û Rezan ên Amedê jî beşdarî vemirandina agir bûn. Xebatên sarkirinê berdewam dikin da ku agir negihêje cihên din ên jiyanê.
Li gor tespîtên ewil ên Midûriyeta Xizmetên Taxên Bejahî ya DBB’ê agir bi qadeke 66 kîlometroyî ket. Erdên çandiniyê û taxên li herêma navborî bandor bûne. Li herêma ku şewat lê bi bandor bû jî berhemên dexl ên wekî genim, ceh, nok û nîsk di nebatên deştê de şîn dibin, darên zeytûnan jî şewitîn. Midûriyetê diyar kir ku li herêmê bi awayekî çalak sewalkarî heye, got ku ziyaneke canî û madî ya giran çêbûye.

LI NEXWEŞXANEYAN JÎ XEBAT DIDOMIN

Ekîbên Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî piştgirî da malbatên birîndarên tên dermankirin. Ekîban li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Dîcleyê li xizmên nexweşan betanî, destmal, av û vexwarin belav kirin. Ji xeynî du nexweşxaneyan şorbe li xizmên nexweşên ku li Navenda Tiba Edlî jî hat belavkirin. Her wiha li sê cihên bi tevahî 450 kesan re xwarin hat dayîn. Dîsa li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl semawera çayê hat avakirin û hat diyarkirin ku dê li Zanîngeha Dîcleyê jî semawera çayê bê avakirin.