Şahidên şewatê: Şewat ne ji ber pirêzeyan, ji ber têlên elektrîkê dest pê kir

Şêniyên gund diyar kirin ku daxuyaniyên walîtiyê rastiyan nîşan nadin û gotin, “Agir ne ji şewitandina pirêzeyan dest pê kir. Têlên elektrîkê qut bûn û agir bi lez belav bû. Di vî şewatê de sûcê DEDAŞ’ê heye.”

ŞAHIDAN ŞEWATÊ VEGOTIN

Şewata ku di navbera navçeya Xana Axpar a Amedê û navçeya Şemrex a Mêrdînê de derket bandor li 17 gundan kir. Şewata ku li gelek gundan belav bû, li herêmên çiyayî jî belav bû û di salên dawî de şewata herî mezin a li herêmê rû da. Her çend ji deqeyên ewil ên şewatê de gel hewl da mudaxele bike jî, ji ber bandora bayê zû li herêmê belav bû. Herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Li gel hemû bangawaziyan jî ji ber nebûna dîtina şevê bi helîkopteran mudaxaleya hewayî pêk nehat. Dewleta Tirk piştî şewatê bi saetan helîkopter şand herêmê.

'WALÎ DEREW DIKE’

Walîtiya Amedê û Mêrdînê di daxuyaniya xwe ya ewil de îdia kiribûn ku şewat ji şewitandina pirêzeyan derketiye. Lê kesên ku me bi wan re hevdîtin kir û ji destpêkê ve li herêmê bûn û şahidê şewatê ne diyar kirin ku ev gotin rastiyê nîşan nade.

Kesê ku li gundê Koksalan ê ku lê şewat derket, diyar kir ku piştî bahozê li sêgoşeya gundên Bagacik, Yaprakbaşi û Yucebagê yên aliyên din ên bendavê ceryan qut bû û piştî voltaja bilind şewat derket. Gundî jî wiha got: “Dema ewil şewat derket me mudaxele kir û dest bi vemirandina şewatê kir. Lê yên ku ewil çûn agir vemirînin ewqasî bandor bûn ku vegeriyan. Di vê navberê de me gazî îtfaiyeyê kir, lê gehîştina wan pir dirêj bû. Têlên şikestî bûne sedem ku giya bişewite û şewat pir mezin bibe. Vê carê ji ber bandora bayê me nekarî agir vemirînin. Ji ber ku têla elektrîkê hebû me nikarîbû bi avê mudaxeleyî  şewatê bikin. Me li gorî erfetên xwe hewl da em vemirînin, lê ji ber ku tarî bû û ji ber dûmanê hewldana me têrê nekir. Agir her ku diçû mezin dibû û ji kontrolê derket.”

‘GELEK CARAN JI BO TAMÎRKIRINA DÎREKAN ME WAN HIŞYAR KIR,  LÊ TAMÎR NEKIRIN’

Gundî da zanîn ku ji kêliya ewil a agir pê ketiye gazî îtfaiyeyê kirine, lê dereng hatin û ev tişt anî ziman:

“Piştî şewatê nêzî saet û nîvekê îtfaiye hat. Lê agir pir belav bûbû. Agahiya mirî û birîndaran hatin. Ji ber bandora hem agir û hem jî ji dûmanê bi zej-hmetî me bêhn distend. Gelek kes bêyî ku tiştek bi xwe re bibin malên xwe etrek kirin. Boriyên ava gundan bi temamî şewitîn. Ji bilî ziyanên canî, ziyanên madî yên mezin jî çêbûn. Hemû keda gel bû xwelî. Dewletê me tenê hişt. Ger berê hatibûna, agir ewqas mezin nedibû. Û para DEDAŞ’ê jî di vê de heye. Gelek caran daxwazname hat nivîsandin û hat gotin ku divê dîrek bên tamîrkirin, me telefon kir, lê nehat temîrkirin. Ew bûn sedem ku îro ev agir derkeve. Bi dehan heywan telef bûn. Herêm veguherî qadeke reş. Bi dehan birîndarên me hene."

Tedawiya birîndaran li nexweşxaneyan dewam dike, hat destnîşankirin ku dibe ku hejmara miriyan zêde bibe. Hat diyarkirin ku qadeke 66 kîlometre di şewatê de bûye xwelî û bi sedan heywanan jiyana xwe ji dest dane.