BI DÎMEN

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Ya girîng naskirina jenosîdê ye 

Rêveberiya Xweser a Şengalê ragihand ku divê mafên civaka Êzidî bên qebûlkirin û got, “Gava yekem jî qebûlkirina jenosîda li ser Êzîdiyan e. Heta ku ev gav neyên avêtin gotinên derbarê Êzîdiyan de bêne gotin jî dê nerasteqîn bin."

Meclîsa Reveberiya Xweser a Şengalê bi beşdariya hemû pêkhatiyên xwe li ser rewşa Şengalê û helwesta dewleta Iraqê de li Meclisa Gel a Sinûnê daxuyanî da. 

Li ser navê Desetya aşayîr ya Şengalî jî Dexîl Mirad axivî. Dexîl Mirda piştgirî da daxuyaniya Rêveberiya Xweser û got, “Em heya dawiyê li pêy doza xwe ne. Bila Iraqê bi hatina 10’emîn salvegera fermanê re jenosîda Êzdiyan ya sala 2014’an nas bike.”

Daxuyanî ji aliyê endamê Meclisê Xwedêda Berkat ve hate xwendin. 

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê wiha ye:

“Wekî ku di Destûra Bingehîn a Iraqê de jî hatiye nivîsandin dewleta Iraqê ji pir bawerî, ol, mezheb, gel û netewyan pêk tê. Em gelê Êzîdî jî bi hezaran salan e Ii vî welatî bi ol, bawerî û çanda xwe dijîn. Hebûna çand û baweriya Êzîdiyan ji bo Iraqê dewlemendiya herî mezin e. Di bingeha baweriya me de bi ol û gelên ciran re jiyana di nava aramî û aştiyê esas e. Em zanin ku aramî û aştiya Iraqê di heman demê de aramî û aştiya Şengalê ye jî. Disa aramî û aştiya Şengalê aramî û aştiya seranserî Iraqê ye.

XWESERIYA ŞENGALÊ ÇARESERIYA HEMÛ PIRSGIRÊKAN E

Di van demên dawî de li ser Êzîdiyan niqaşek heye. Gelek derdor li gorî xwe me pênase dikin. Em zanin ku ev nîqaş ji hedefên siyasî nequtkirîn e. Mijara Êzîdiyan wek qewmî naskirin ji bi vî awayi ye. Rojeva me ya bingehîn ew e ku Destûra Bingehîn a Iraqê jî mafê xwebirêvebirin û xweparastinê daye me. Li Şengala pîroz bi gelên heyî re bi hevpar rêveberiyeke xweser hatiye avakirin. Ev rêveberiya me bi sazî û dezgehên dewletê re di nava tensîqekê de ne. Rayedarên dewletê jî di nav de gelek berpirsên gel û baweriyan di hevdîtinên me de Rêveberiya Xweser ji bo Şengalê jiyanî û ji bo demokrasiya Iraqê jî wekî firsatekê dibînin.

NASKIRINA JENOSÎDÊ JI HER TIŞTÎ GIRÎNGTIR E

Hawirdorên ku dibêjin em ê Êzîdiyan wekî qewm nas bikin hene. Rêya naskirina vê heqîqetê di naskirina vîna Êzîdiyan, naskirina Rêveberiya Xweser ya Şengalê û naskirina mafê xweparastina Êzîdiyan re derbas dibe. Gava yekem jî qebûlkirina jenosîda li ser Êzîdiyan e. Heta ku ev gav neyên avêtin gotinên derbarê Êzîdiyan de bêne gotin jî dê nerasteqîn bin. Dê wekî gotinên siyasetmedarên xapînok bêne dîtin.

DIVÊ IRAQ BIRYARÊN GIRTINA GELÊ BÊSÛC BETAL BIKE

Dema dawî de li Şengalê derbarê hin kesên Êzîdî û Ereb de biryarên girtinan derxistine. Hin kes jî hatine girtin. Dîsa lîstokên cuda cuda hene ku dixwazin gelên li Şengalê berdin hev. Bi vê boneyê em bang li rayadarên ku biryarên girtina didin dikin ku ev biryar xizmeta yekitiya û demokrasiya Iraqê nake. Dijberî vê rê li ber zerareke mezin vedike. Divê Şengaliyên bêsûc hatine girtin demildest bêne berdan. Dîsa biryarên girtinên heyî jî bêne betalkirin.

Di encamê de di nav bexçeya Iraqê de Şengal quncikekî dewlemend û rengîn e. Divê ev dewlemendi û rengînî were dîtin û were naskirin. Wek Rêveberiya Xweser ya Şengalê em bang dikin ku qewmiya me ya gelê Êzîdî û vîna Êzîdiyan li ser esasê xwerêvebirinê di Destûra Bingehîn a Iraqê de divê bê qebûlkirin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê” bi dawî bû.