BI DÎMEN

Ciwanên şoreşger bi ruhê 1’ê Hezîranê wê kongreya xwe li dar bixe

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê di navbera 1 û 2’yê Hezîranê de wê 4’emîn kongreya xwe li bajarê Hesekê li dar bixe.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi dirûşma “Bi ruhê pêngava 1’ê Hezîranê em ê xwe bi rêxistin bikin, dagirkeriyê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo migoser bikin” di 1 û 2’yê Hezîranê de 4’emîn kongreya xwe wê li bajarê Hesekê li dar bixe.

Tevgera Ciwanên Şorşeger daxuyand ku kongre wê roja yekemîn bernameyên çandî û werzîşî û roja duyemîn jî nîqaşên rêxistinî pêk were û ev bang li hemû ciwanan kir: “Di çarçoveya pêngava ‘Cenga azadiyê serbixin’ de tu jî tevlî kongreya 4’emîn a ciwanên şoreşger bibe.”