Li Şirnexê 3 kes hatin girtin

Li Şirnexê ji 10 kesên ku ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin.

Li Şirnex û navçeyên wê 3 roj berê di serdegirtina malan de ji 10 kesên hatibûn binçavkirin ,3 jê hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê de polîsan ber ser malên welatiyan de girtin û ji ber parvekirinên medyaya dijîtal 10 kes binçav kirin. Welatiyên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê. Piştî pêvajoya binçavkirinê, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" sewqî Edliyeya Şirnexê hatin kirin.

Ji 10 binçavkiriyên sewqî Edliyeyê hatin kirin 3 jê hatin girtin, 7 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.