Hêzên PDK’ê pêşmergeyek revandin
Hat ragihandin ku hêzên girêdayî PDK’ê li herêma Duhokê ya Başûrê Kurdistanê pêşmergeyek revandin.
Hat ragihandin ku hêzên girêdayî PDK’ê li herêma Duhokê ya Başûrê Kurdistanê pêşmergeyek revandin.
Li gorî nûçeya RojNewsê, hêzên PDK’ê di 16’ê Çileyê de pêşmergeyê bi navê Karwan Receb Zêbarî revand. Nayê zanîn ku Zêbarî li ku derê girtî ye û çarenûsa wî nayê zanîn.
Di 14’ê Çileyê de hêzên PDK’ê pêşmergeya bi navê Hêja Eyub ji ber hikûmetê rexnekiribû revandin. Nayê zanîn ku pêşmergeyê dîl birine ku derê û heta niha çarenûsa wî nediyare.