Rûyê sar û bi êş ê fermanê

Piştî fermanê gelek caran têm Şengalê. Lê belê her carê heman li heman rûyî rast têm. Ev rû rûyê fermanê ye. Hem mîna qeşayê sar û cemidî ye, hem jî bi êş û dilşewat e.

Mirov nikarin ji Başûrê Kurdistanê xwe bigihînin Şengalê. Ji ber ku ambargoyeke gelekî giran li ser Şengalê heye. Destûr nayê dayîn, xurek, sotemenî, kinc û mirov derbas bibin. Lewma tenê rêyek heye, ew jî derbasbûna di ser Rojava re ye. Dema mirov di ser Rojava re derbas dibe, bivê nevê korîdora jiyanê ya di dema fermanê de hat vekirin û bi sed hezaran mirov jê hatin derbaskirin, tê bîra mirovan. Ev rê, şûna çemekî biçûk e. Niha jî mirovên ji Rojava tên Şengalê di heman rêyê de tên.

Li Rabîa deriyekî sînor heye; lê belê ji wê derê mirov nikarin derbasî Şengalê bibin. Rabîa ji aliyê hêzên YPG'ê ve ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin. Piştre pêşmerge lê bi cih bûn. Niha jî ew destûrê nadin mirov ji vî derî derbas bibin.

Dema mirov bixwaze biçe Şengalê, mirov ji Til Koçerê gelekî dimeşin, piştre xwe gihînin ser rêyek li navbera Sinûnê û Şengalê. Ji xwe hingî rûyê sar û bi êş ê fermanê êdî derdikeve pêşiya mirovan.

ŞOPÊN FERMANÊ YÊN LI SER RÊYAN...

Li ser rêya Sinûnê û Şengalê, mirov gelek wesayîtên hatine şewitandin dibînin. Û gundên vala bûne, ku hatine şewitandin û talankirin ji mirovan tên xuyakirin. Mîna ku li wan gundan qet mirov nejiyan e. Halbûkî beriya fermanê bi sedan, bi hezaran mirov lê bûn. Zarokan lê dilîstin. Li pêşiya zarokan dengê zarokan her bilind dibû. Niha hemû vala ne.

Dema mirov nêzî Sinûnê dibin, şopên ferman, talan û komkujiyê zêdetir dibin. Li vê derê mirovekî ku rûyê xwe li ken e, nîne. Mirov tenê diçin û tên. Ji xwe re tiştan dikirin.

KAMPÊN JI KONAN ÊN LI SER RÊYA SÎNÛNÊ

Sinûnê bajarokekî navendî ye. Ji Geliyê Kersê yê li aliyê bakur dest pê dike û digihêje heta çiyayê Şengalê. Dema mirov ji vê rêyê hilkişin çiyê, ji Geliyê Kersê heta Serdeştê gelek kampên ji konan tên dîtin. Dema ji nêzî Çil Mêran xwe ber didin jêrê jî, navenda Şengalê tê dîtin.

Rêya li rojavayê Sinûnê jî berê xwe li Şefredîn e. Ji vê derê mirov dikarin xwe bigihînin 'korîdora însanî' ya navbera Dîgurê û Dahûla.

Rêya ber bi rojhilat jî, ewilî digihêje Xana Serî, piştre gundê Barê û ji wir jî digihêje Geliyê Şîlo.

LI GELIYÊ ŞÎLO RÛYÊ KOMKUJIYÊ

Xana Serî yek ji sê bajarokên mezin ên Şengalê ne. Beriya fermanê zêdeyî 50 hezar mirov lê diman. Cihekî li ser sînorê Rojava ye.

Barê bi hijîrên xwe navdar e. Weke cihê ku Derwêşê Evdî hespê xwe lê girê daye û daye çêrandin, tê naskirin. Cihê ku hespê xwe lê girê da ye, hê jî tê nîşandan.

Geliyê Şîlo jî cihê ku Êzidiyên ji fermanê reviyan e, xwe lê girtine. Mirov rûyê rast ê komkujiyê li vir dibînin. Jİ ber ku li vê derê, 366 şikest hene ku piraniya wan ji aliyê mirovan ve hatine çêkirin.

XIZMETA JI DEMA DEWLETA IRAQÊ

Rêyên Şengalê, xizmetên binesaziyê hê hemû ji dewleta Iraqê man e. Êzidî dibêjin, ev yek ji 'Saddam' maye. Ji ber ku piştî sala 2003'an ti xizmet ji gund û derdora Şengalê re nehatiye kirin. 'Xizmet'a herî mezin, pêşmergeyên di sala 2007'an de piştî teqîna 2 wesayîtan li Siba Şêx Xidir û Til Izêrê ye. Ku di van teqînan de 400 Êzidiyan jiyana xwe ji dest dan. Jİ bilî vê yekê xizmetek jî nehatiye kirin, rê jî nehatine sererastkirin. Lewma Êzidî xwe hê jî bi hikûmeta navendî ve girêdayî dibînin.

Dema mirov ji Rabîa berê xwe didin Şengalê, li qiraxa rê, serê 500 metreyan, yan jî kîlometreyekê xendek tên dîtin. Carna jî bendên pêşmergeyan tên dîtin. Bala min kişand, min ji Êzidiyan pirsî. Wan jî gotin, "Xendek û çeperên ji axê beriya fermanê hatine çêkirin, lê ne li dijî DAIŞ'ê li dijî Rojava. Li ser gelemperiya sînorê Başûr hat çêkirin. Pêşmergeyên li vir hatine bicihkirin, navê 'pêşmergeyên rojava' li xwe kirine."

BI DEHAN GUND HÊ DI DESTÊ DAIŞ'Ê DE NE

Di serî de gundên Til Qeseb, Til Benat, Til Izêr, Gir Zerik, Koço, Siba Şêx Xidir bi dehan gundên li rojhilatê Şengalê hê di destê DAIŞ'ê de ne. Yên hatine rizgarkirin jî hemû bûne xirbe. Piraniya wan vala ne û tenê çend malbat lê ne. Li her gundekî ji sedî sed çend Êzidî hatine kuştin. Ji her gundî, ji her malbatekî ji sedî sed çend kes hatine revandin, ya jî di destê DAIŞ'ê de ne. Yanî temamiya mirovên li vir birîndar in.

'ŞENGALA ME JI NÛ VE ŞÎN DIBE'

Di ser rizgarkirina Şengalê re sal û nîvek derbas bû. Çend malbat, bi tirs be jî piştî 3 mehan vegeriyan. Roj bi roj çend malbatên din vegeriyan malên xwe. Tevî ku niha li her tax û kolanê malek-du mal hebin jî, bi qasî 500 malbat li navenda bajêr bi cih bûne. Û ev hejmar zêde dibe. Lewma kêm jî be li navenda Şengalê bi şevê ronahî heye. Êzidî ji vê re dibêjin, 'Şengala me ji nû ve şîn dibe'.

DEMA FERMANÊ DEST PÊ KIR, XANA SERÎ HAT VALAKIRIN

Her cara ku têm Şengalê, li gundên hatine rizgarkirin, li navenda bajêr û kampan digerim. Vê carê jî min ewilî berê xwe da kampan û piştî wextekê çûm Xana Serî. Danê êvarê gihîştim. Li Xana Serî ku 50 hezar nifûsa xwe hebû, dema fermanê dest pê kir, miorvekî bi tenê jî nema. Ji ber ku ev der yek ji cihên destpêkê bû ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat dagirkirin. Piştî ku hat rizgarkirin, malbatan hêdî hêdî dest bi vegerê kirin. Wekî din malbatên ji Til Izêr, Siba Şêx Xidir û çend gundên din jî li vir bi cih bûne. Li vî cihê ji 10 hezar malbatî, niha tenê hezar malbat dijîn. Bêdengiyek li vir heye. Hejmara malbatan ji hejmara xaniyên ronahî lê hene, kêmtir e. Ji ber ku elektrîk nîne, hin malbat li ber çirayê îdare dikin.

Li Xana Serî ronahiyên qet venamirin hene; li ser rêya ber bi Sinûnê, wêneyên hatine daliqandin... Wêneyên gerîla, endamên YBŞ û YPG'ê yên di dema fermanê de ji bo rizgarkirina Êzidiyan şehîd bûn... Li ser rêya Sûka Xana Serî û li navenda bajêr, ev wên hatine daliqandin. Êzidî dema ji bin van wêneyan derbas dibin, serê xwe bilind dikin û li wan dinêrin. Carna bi tiliya xwe hin wêneyan nîşan didin û dibêjin, "Ev heval bû alîkar ku em zarokên xwe hilgirin." "Yê li wir jî ji bo êrîş li me neyê kirin, bi me re meşiya." Ew niha Êzîdxanê ronî dikin.

Ev wêne, kêm jî be rûyê bi êş û sar ê fermanê ji holê radikin. Lê belê êş dîsa jî di kûrahiya dilê mirovan de ye. Ji ber bi sed hezaran mirov ji cih û warên xwe bûn. Bi hezaran hatin qirkirin û kuştin.

JINA KU ÇEKA XWE DERXIST Û EMÎRÊ DAIŞ'Ê KUŞT

Her cara ku ez diçim Şengalê, rastiyeke din a balkêş derdikeve pêşiya min. Vê carê jî li Çarrêya Sinûnê min rastiyeke tirsnak bihîst.

Dema ku gundên Şengalê û bajarokê Sinûnê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin dagirkirin, gel li wesayîtan tên siwarkirin û tînin meydana Çarrê. Li vê derê ji wesayîtan tê daxistin û emîrekî DAIŞ'ê fermana 'jin li aliyekî, mêr li aliyekî' dide. Jineke ji Sinûnê li nava vê meydanê, çeka ku bi xwe re veşartibû derdixîne û emîrê DAIŞ'ê dikuje. Piştre jî çeteyên DAIŞ'ê li pêş çavên gel û hevserê wê, bi sedan guleyan li wê dayikê direşînin.

Dema mirov vê çîrokê dibihîzin, bixwaze nexwaze, darvekirina Qazî Mûhammed li meydana Çarçira tê bîra mirovan. Hevser û zarokên vê jinê hê jî li Sinûnê dijîn.

ZILMA LI KAMPÊN BAŞÛR

Tevî ku bi dehan gund hê di destê çeteyan de ne, pêşî li vegere gel nikare were girtin. Lê belê, pirsgirêka di vegerê de vê carê bi rengekî cuda derdikeve holê. Êzidiyê bi navê Zinar ê 20 salî, ku ji ber hin mirovên wî li kampên li Başûr in naxwaze wêneyê wî bê kişandin, qala rastiya li kampên li Başûrê Kurdistanê dike:

"Hurmet ji baweriya mirovên me yên li van kampan dimînin, nayê nîşandan. Malzemeyên ji bo alîkariyê belav dikin, bi rengekî neheq belav dikin. Li gelek cihan çekê jî bi kar tînin. Min bi çavên xwe dît: wê sabûn bidana zilamekî, jê re digotin, 'Eger tu nebêje ez Misilman im, em nadin'. Zilam berî sabûnê bigire, vegeriya.

Mirovan bi erzanî dixebitînin. Mînak; eger yekî ji Başûr 25 hezar yewmiyê digire, tenê 10 hezarî didin Êzidiyan. Neheqî û bêhurmetiyeke bi vî rengî li Êzidiyan tê kirin.

Ez bi xwe bi qaçaxî hatim. Malbata min li wir e û li rêyekê digere ji bo vegere. Tevî vê yekê jî bi sedan malbat vegeriyan û hê vedigerin. Di nava meha dawî de 400 malbat vegeriyan."