Rûniştina doza wekîlê HDP'ê Mizrakli pêk hat

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Selçûk Mizrakli xwest darizandin bê rawestandin, lê ev daxwaza wî nehat qebûlkirin.

Ji ber karê xwe yê li nava Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi îdîaya "avakirin û birêvebirina rêxistinê" doz li Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Selçûk Mizrakli hatibû vekirin. Rûniştina çaran a dozê li 9. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Parêzerên Mizrakli tevlî rûniştinê bûn.

Parêzerên Mizrakli Zulal Erdogan Bîlal, Mehmet Emîn Aktar û Mûhsîn Bîlal bi bîr xistin ku muwekîlê wan di hilbijartinên Hezîranê de bûye parlamenter û ji ber vê yekê xwestin darizandin bê rawestandin, şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat ji ser bên rakirin. Lê belê heyeta dadgeha Tirk daxwaza betalkirina darizandinê red kir.

Dadgehê biryar da ku şahid Aydin Bolkan bi zorê tevlî rûniştina din bê kirin û rûniştin taloq kir.