Runiştina Doza Sûrê pêk hat

Heyeta dadgehê di runiştina Doza Sûrê de biryara domandina girtina Helîn Yapici da. Parêzer Cemîle Tûrhallî Balsak got: “Em difikirin ku wan delîl bi xwe çêkirine.”

Helîn Yapici ya ku di nava kesên ku di êrîşên qirkirinê yên li navçeya Sûra Amedê de asê mayîn û hatî berdan, rûniştina doza bi îdîaya “Endambûna rêxistinê” û “Xirabkirina yekitî û giştîbûyîna dewletê” dihat darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a 5’an a Amedê pêk hat. Yapici ya ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an bi rêya SERBÎS’ê û parêzer Cemîle Tûrhalli Balsak jî tevlî rûniştinê bûn.

Parêzer Balsak got: “Tiştên ku weke sedemê girtinê didin nîşandan dûrî rastiyê ne. Mûwekîla min ne bi çek û çebilxane ve hatiye girtin. Delîlek ku vê derxe holê jî nîne.”

Her wiha Balsak diyar kir ku qet dîtinên şahidekê li ser mûwekîla wê nîne û ji ber vê yekê ew difikirin ku wan bi xwe delîl çêkirine.

Heyeta dadgehê ku biryara domandina girtina Yapici dayî, heman demê daxwaza ku ji bo dema ji bo parastina li dijî rapora krîmînal, ji TEM a Amedê pirskirina şopa tilî ya Yapici girtine an ne û ji bo ku mûtealayê di derbarê wê de dosyayê radestî meqama ideayê bikin qebûl kirin.