Rûniştina doza Rojbîn Çetîn û Yildiz Çetîn hate taloqkirin

Rûniştina doza ku Rojbîn Çetîn û Yildiz Çetîn lê tên darizandin hate taloqkirin.

Rûniştina çaremîn a doza Hevşaredara Navçeya Erdîşa Wanê Yildiz Çetîn a qeyûm danîne şûna wê û Hevşaredara Navçeya Artemêtanê ya berê Rojbîl Sevîl Çetîn, ku ji ber karên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Jinên Azad (TJA) birêve birine û bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" tên darizandin hat lidarxistin. Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Wanê hat lidarxistin û her du hevşaredar jî bi rêya dîmen û deng ji girtîgehên lê girtî ne beşdarî rûniştina dozê nebûn.

Parlamenter û rêveberên HDP'ê doz şopandin û parêzerên hevşaredaran di danişînê de amade bûn. 
 
Hevşaredar Yildiz Çetîn di parastina xwe de diyar kir ku ev demeke ji ber rîska koronayê nikare bi malbata xwe re hevdîtin bike û xwest were berdan. 
 
Endama Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Demokratîk a HDP’ê û Hevşaredara Artemêtanê ya berê Rojbîn Sevîl Çetîn a di hezîranê de bi îşkenceyê ji dozek li Mêrdînê lê vebûbû hatibû girtin jî parastina xwe kir û dozên derbarê wê de hatine vekirin hemûyan kirine yek. Çetîn anî ziman ku xebatên wan bi rêve biriye ne sûc in û xwest were berdan. 
 
Di danişînê de parêzeran jî parastina miwekîlên xwe kirin û xwestin miwekîlên wan werin berdan. 
 
Şandeya dadgehê biryar da ku hevşaredar girtî bimînin û ji bo temamkirina kêmasiyên di dosyeyê de danişînê taloqî 11’ê Adara 2021'ê kir.