Rûniştina Doza Qetlîama Girtîgeha Amedê pêk hat

Li Amedê rûniştina doza têkildarî qetilkirina 11 girtiyan a sala 1996’an pêk hat.

Rûniştina doza têkildarî Qetlîama Girtîgeha Amedê ya ku 24’ê Îlona 1996’ana li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku 11 girtiyên PKK’yî bi hesin û daran hatin qetilkirin û 24 jî hatin birîndarkirin li 3. Dadgaha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Gelek sûcdar ên li bajarên cuda bi rêya SEBGÎS’ê beşdar bûn, her wiha bi dehan sûcdar jî beşdarî rûniştinê bûn. Gelek parêzerên sûcdaran jî li salonê amade bûn.

Sûcdaran ‘yek rêzî’ parastina xwe kirin û gotin: “Têkildarî sûcê ku tê sepandin bi vîna xwe bê ku di bin zextan de bim ligel parêzerê xwe beyanê bikim. Pêwîsiya min bi dem nîne.” Parêzerên sûcdaran jî beşên ku darazê diyar kiriye qebûl nakin. Parêzerên ku ji bo aliyên kêm mayîn bên temamkirin, daxwaza dem kirin.

RÎSKA DEMBORIYÊ HEYE

Doza ku 21 sal in berdewam dike li ber demboriyê ye ku dosya bê girtin. Tevî ku 3 rûniştin tê dîtin û bang li sûcdar hatiye kirin ku bên îfade bidin jî hê îfadeya sûcdar nehatiye girtin. Piştî parastina hevpar hat kirin heyetê navber da. Heyetê biryar da ku sûcdarên îfade nedane îfadeya wan bê girtin û di rûniştinek din de amade bibin û biryar da ku ji bo vê yekê nivîsa fermanê bê şandin. Heyetê rûniştin taloqî cotmehê kir.

Di 24'ê Îlona 1996'an de li Zindana Amedê gardiyan û leşkeran bi ser odeyên girtiyan de girtibûn û di serdegirtina odeyan de 11 girtiyên PKK'ê bi êşkence û şîşan kuştibûn û 24 girtî jî birîndar bûbûn. Piştî bûyerê gardiyan polîs, leşker û doktor jî di navde der barê 72 kesan de doz hatibû vekirin. Doza ku di sala 1996'an de hat vekirin di 27'ê Sibata 2006'an de bi encam bûbû. Doz şandibûn dadgeha bilind û 2 caran li dadgeha bilind hatibû xerakirin û dîsa şandibûn dadgeha herêmî.