Rûkeniya ku Hebûnê li dû xwe hişt

Rojekê dema min li televîzyonê temaşe dikir, navê gerîlayên li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da bûn, dihate eşkerekirin. Her navekî dilê min mezintir dikir. Yek ji wan gelekî bandor li min kir. Belê, hebûn jî di nav de bû.

Li van çiyayan ez li gelek gerîlayan rast hatim. Ji her yekî min tiştek girt. Carna bîranînek, carna jî kenekî nayê jibîrkirin. Gerîla hebûn timî ji kameraya min direviya, lê vê carê min nikarîbû ji şopa ku wê di dilê min de hiştî birevim.

Hezkirina ji jiyanê ne tiştekî welê ye ku bê gotin. Mîna ku şehîd Halîl Dag digot, 'Hezkirin di ya nehatiye gotin de veşartî ye'. Ez ne mirova yekane me ku li vê difikirim. Hebûn a ku min ew li çiyayên Cîlo dît, bi keda xwe îspat kir ku çiqasî hez ji çiyê û jiyana li çiyê dike. Nîşan dida ku hezkirina ji jiyana çiyê çiqasî pîroz e. Di wê demê de em bi hev re bûn, carekê jî ev neanî ziman. Lê di çavên wê de, di kenê wê de xweş dihat dîtin ku hezkirina di dilê wê de çiqasî mezin e.

Hebûn şervaneke jin bû, ku ji Rihayê hat û xwe li jiyanê girt. Her roj careke din nîşanî me da ku yên jiyanê dixemilînin, mirov in. Û her carê, bi rûyekî li ken di destpêkê de ji rojê re, piştre jî ji hevrêyên xwe re digot 'Roj baş'. Min hingî hezkirina gerîla ya ji jiyanê fêhm kir.

ÇIMA HEBÛN

Di her firsendê de min dida dû Hebûn û hewl dida bide axaftin. Gelek caran bi ser neketim, lê hebûn her tim bi rûkenî li pey xwe dinerî. Rojekê min kameraya xwe venekir û çûm cem wê. Me dest bi axaftinê kir... Û pirsa min a destpêkê ev bû; 'çima te navê Hebûn li xwe kir?' Ev bersiv da min: "Em Kurd bi salan ji bo hebûna xwe têkoşiyan. Û bi PKK'ê re Kurdan hebûna xwe îspat kirin. Şerê me di destpêkê de bi vî rengî bû; şerê man nemanê. Bi taybetî ji bo me jinan gelekî girîng e. Ji bo hebûna xwe, divê em heta dawiyê li van çiyayan têbikoşin. Bi vî rengî mirov dikarin xwe bigihînin azadiyê. Ji ber vê yekê min ev nav li xwe kir."

YA KU DÛ GERÎLAYEKE JIN MA

Rojekê dema min li televîzyonê temaşe dikir, navê gerîlayên li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da bûn, dihate eşkerekirin. Her navekî dilê min mezintir dikir. Yek ji wan gelekî bandor li min kir. Belê, hebûn jî di nav de bû.

Hebûn a ji Cîlo hez dikir, bi kedê ev hezkirina xwe mezin dikir. Lê belê xeyala wê ya herî mezin, gerîlatiya li Bakur bû. Hebûn, di payîza 2016'an de derbasî Mêrdînê bû, lê piştî demeke kurt gihîşt şehadetê. Di wê kêliyê de ez hînî vê bûm. Gerîla ew mirov in ku li pey xwe tiştên herî bedew dihêlin. Ji ber vê yekê ew namir in. Ji ber ku ew jiyanê bi xwe ava dikin, di her dil û kêliyê de ala wan her li ba ye. Ji ber vê yekê, kes ji wan naçe. Hebûn bêguman gelek tişt li pey xwe hişt. Ev gerîlaya ku bi keda xwe dilsoza jiyanê bû, bêguman kêliyên bêdawî ji hevrêyên xwe yên gerîla re hiştiye. Mîna ku ji hemû hevrêyên xwe re hişt, ji min re jî tiştek hişt: rûkenî...

Kenê ku ti carî ji rûyê wê nediçû. Û min ev jî fêhm kir; ev şervan heta dawiyê dilsozê jiyanê ne. Ev hezkirina ji jiyanê, di dil û her kêliyên jiyana wan de xwe dide der.

WÊNEYEKÎ KU MIN DI DAWIYA DAWÎ DE KIŞAND

Hebûn timî ji kamera direviya, lê di roja dawî ya xatirxwestinê de min wêneyekî wê kişand. Hebûn wê rojê di nava beybûnan de digeriya û taceke ku ji beybûnê çêkir, diyarî me kir. Min yekser wêneyê wê, ku ev tac danîbû serê xwe kişand. Vê carê nereviya...

Vê gerîlaya ciwan, kêliyeke rû li ken ji me re hişt.