Rûken: Li dijî zemanê tarî yê komployê bi pêngava azadiyê em li qadan bin

Endama Koordînasyona KJK'ê Zerîn Rûken ji ber salvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û got, "Li dijî zemanê tarî yê komployê, bi geşkirina pêngava azadiyê em li qadan bin."

 

Endama Koordînasyona KJK'ê Zerîn Rûken di salvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê de, ya li ser Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkilî armanca komployê got, "Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê weke plana NATO-GLADÎO ya destwerdana li Rojhilata Navîn e. Bi vê ve girêdayî bi armanckirina tasfiyekirina tevgera me ya azadiyê, tê xwestin ku îro bi şerê qirkirinê were bidawîkirin. Ev bi dijminatiya Kurdên azad û jinan zêdetir deketiye holê. Bi vê destwerdanê jiholêkirina hêza sereke ya li pêş dîzayna Rojhilata Navîn plana sereke bû. Îmhakirina Rêber Apo û tasfiyekirina PKK'ê bû. Rêber Apo bi berxwedana sedsalê, bi pêşbîniya xwe ya kûr û hêza pêjnkariyê ev plan pûç kir."

 

Rûken diyar kir bi komploya navneteweyî dihate xwestin ku Tevgera Azadiya Kurdistanê û tevgera azadiyê jinê tine bikin lê bi perspektîfên ku Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan danî holê û bi têkoşîna berfireh rê li komployê hatiye girtin û got, "Rêber Apo bi guherîna paradîmayî veguherîna pergalî pêk anî û şertên têkoşîna siyasî-demokratîk danî holê. Li gel têkoşîna siyasî têkoşîna çekdarî jî hatiye kirin. Li hemû parçeyên Kurdistanê, li ser hîmê berevanî li xwe kirinê şer hatiye kûrkirin û stratejiya şerê rewa hatiye geşkirin. Qirkirina Kurdan û tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ku komploya navneteweyî ji xwe re kiribû armanc, bi pêşengiya Rêber Apo, bi berxwedana bi lehengî ya gelê me hatiye pûçkirin. Pêşketinên gelekî girîng û asteke mezin a azadiyê hate afirandin. Bi têkoşîna me ya li dijî dewleta Tirk, hêzên modernîteya kapîtalîst, hêzên neteweperest ên noker ên xwecihî û DAÎŞ'ê re hate dîtin ku nepêkane bi rêya komployê encam bê wergirtin. Xeta azadiyê ya Modernîteya demokratîk û stratejiya me ya têkoşînê roj bi roj gerdûnî dibe, xwe bi rêxistin dike. Xeta neteweya demokratîk bi pêşengiya jinan, bi pêşengiya gelan ji niha ve gihîştiye asta herî bilind. Bi pêngava 'Niha dema azadiyê ye', biryardariya me ya ji bo Rêberê Azad û jiyana azad, bi sekna bi milyonan mirovî bi cih tê anîn."

 

Rûken got armanca sereke ya komployê tasfiye û îmhakirina Rêberê Gelê Kurd û tevgera azadiyê bûye, pê dihate xwestin ku statûya mêtingeriyê ya Kurdan were domandin û diyar kir, ''Belê, ji bo vê komploya navnetewî tim hatiye sazkarkirin. Wê şaş be ku mirov komployê tenê bi 15'ê Sibatê re sînordar bike.''

 

 

Rûken bi berdewamî diyar kir,''Hêzên hegemonîk û nokerên xwecih bi seraqet bi hewldana komployê ya li ser Rêber Apo û tevgera me dixwazin armanca xwe ya tasfiyekirinê pêk bînin. Hemû êrîşên van 22 salan ên li ser tevgera me bi vê konseptê rû dane'' û wiha domand:

 

 

''Li dijî vê nêzîkatiya îmhakirine diyar kiriye ku berxwedan û têkoşîneke giştî hewce ye, bi şerê şoreşgerî yê gel, di têkoşîna dijî faşîzmê de hewceyî bi pêvajoyeke dî heye û di têkoşîna me de qonaxeke nû daye destpêkirin. Di vê pêvajoya têkoşînê de li ser mezinbûna berxwedaniya gelê Kurd Erdogan şerê qirkirinê li ser hedeverê li ser gel giran kiriye. Erdogan rûyê faşîzma xwe bi rengekî zelal daniye holê.''

 

Rûken di axaftina xwe de bal kişande ser tecrîda mitleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyar kir, ''Pergala Imraliyê û nêzîktêdayina li Rêbertiya me her demê bûye şanîdêra polîtîkayên li ser gelê Kurd. Tecrîda li ser Rêbertî polîtÎkaya tecrîd û îmhakirinê ya li ser tevgera me, gelê me û jinan e.''

 

Rûken bi berdewamî got, ''Jixwe li Imraliyê tecrîdeke mitlq û rewşa rehîntiyê heye. Lê ev rewş her ku diçe li ser hemû Tirkiyê tê berbelavkirin. Tirkiye bûye girtîgeheke nîvvekirî. Tecrîda civakî, tecrîda hiqûqî, aborî û siyasî li her deverê serwer e. Bi vî rengî, tecrîda li Imraliyê di rastiya xwe de li ser hemû gelan û mirovahiyê ye. Ev hemû li dijî xeta alternatîf a Rêber Apo ya azadîxwaz bi rengê êrîşê têne domandin. Ji ber vê, gelê Kurd û jin bi asta cîhanî hêsîrtiya Rêbertî weke hêsirtiya xwe,w weke tecrîda li ser vîna xwe dibînin û li dij vê têdikoşin. Ji ber vê bi rengê herî xurt pêngava, ''Dema Azadiyê ye'' jin rê ve dibin.

 

Jixwe Rêber Apo 15'ê Sibatê weke destpêka komploya dijî Kurd diyar kir. Tê zanîn li dijî Şêx Seîd jî komplo 15'ê Sibatê bû. Şêx Seîd 29'ê Hezîranê hate darvekirin. 29'ê Hezîranê biryara darvekirinê li ser Rêber Apo hate birîn. Yek ji van ne tesadûf e. Ji ber vê 15'ê Sibata 1925'an weke, ''destpêka qirkirina Kurdan'' diyar kir .Bi komoloyê hedef ew e ku Kurdên bêyî Apo, bêyî PKK'ê biafirînin. Ev stratejî hê jî domdar e. Ji ber vê her çendî komplo hatibe pûçkirin jî ji bo ku bibin serî tim tê nûjenkirin û bi rêbazên nû tê domandin. Hem jî bi rengekî hê girankirî. Li ser Rêbertî, tevgera me, gelê Kurd, şerê qirkirinê didome. Bi vê konseptê êrişên qirker tînin ser Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilata û li hemû qadan.''

 

 

Li dijî van êrîşên qirkirinê Rûken bal kişande ser berxweda gelê Kurd û got, ''Helwesteke ku gavekê ji berxwedanê nayê xwarê, biryardariya xwedîderketina li Rêber Apo û bi berxwedana gerîlayên azadiyê geş bûye. Teslîmnebûna gelê Kurd a li ber rastiya qirkirinê û komployê, asta pêkanîna azadiyê, bi gelên din re bi pêngava ''Dema Azadiyê'' bûye cîhanî. Bi vê berxwedanê helwesta têkoşîna azadiyê tê nîşandan.''

 

Têkilî pêngava ''Dema Azadiyê ye'' ya ku KCK'ê dayî destpêkirin Endama Koordînasyona KJK'ê Zerîn Rûken got, ''Pêngavên me KJK-KCK'ê wê bibin xilasiya desthilata faşîst a AKP-MHP'ê û wan birûxînin. Ji ber vê bi çarçoweya qirkirinê êrîşê tînin. Tim ji bo ku faşîzmê û dîktatoriyê geştir bikin israr dikin. Lê di têkoşîna me ya sala 2020'an de faşîzma AKP-MHP'ê pir bi paş ve çû. Pêngavên me yên berxwedanê yên sala 2021'an çaxê tinebûna rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst û Ergenenokî ye.

 

Niha li girtîgehan ev 2 meh in grêvên birçîbûnê hene, divê gelê me bi rengekî hê xurt li vê berxwedanê xwedî derkeve. Li dijî hêzên komploger, êdî li dijî vê hêrsê û dijberiyê wê berxwedanî zêdetir were geşkirin. Îro pir zext li ser civakê tê danîn. Heke di dilê xwe re dibi ku bi faşîzmê bêdeng dikin, çavtirsandî dikin di xeletiyeke mezin de ne. Beriya her tiştî li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya jinan, kampanyaya 'em xwe diparêzin' pêl bi pêl mezin dibe, bûye xwedîderketiye mezin. Kê jî bigirin, faşîzma Erdogan a ku dijminê jinan, Kurdan û gelan e wê bi ser nekeve.''

 

Rûken bal kişande ser pozîsyona CPT'yê ya li ser mijara tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, got, ''CPT bi peywira xwe ranebe. Bi rola Noterê radibe tenê tespîtan dike, gelê Kurd ti caran wê vê qebûl neke. Bêyî ku guh bidin peymanên navnetewî jî tê xwestin ku qirkirina Kurdan bibin serî. Hêzên ku wê rojê komploya 15'ê Sibatê pêk anîn, bi asta herî bilind destek dane dewleta Tirk, niha jî li eynî cihî ne.''

 

Rûken wiha domand: ''Wê rojê, bi komploya herî gemarî ya dîrokî ya li ser Rêbertiya me xwestin ku xeyal û hêviyên azadiyê yên gelê Kurd û jinan tine bikin. Ji ber ku pir xweş dizanin Rêber Apo hêviya wê civakê ye ku rab3uye ser piyan, azadiya wê, hebûna wê ya rastîn e, hewesta wê ye. Bi polîtîkaya tecrîd û êşkenceyê ya ku li cihanê mînaka wê nîne ku ev 22 sal in didomînin wê nikaribin çalakiya Rêber Apo ya ku hêvî û azadiya civakê ye, bişkînin.''

 

Rûken bal kişande ser têkoşîna dijî tecrîdê û got, ''Îro jî têkoşîn pêngava 'Dema Azadiyê' ya ku KCK'ê dayî destpêkirin û pêngava KJK'ê ya, ''Li dijî qirkirina jinê dema parastina jina azad û civakê ye''. GrêvEn birçîbûnê yên ku li zindanan bi pêşengiya qedroyên PKK'ê û PAJK'ê dest pê kirî, bi xebatên dostan ku ji bo azadiya Rêber Apo dane destpêkirin, rengê berxwedanê bûye cîhanî. Di sala 23'yan a têkoşînê de rojeva têkoşînê ya sala 2021'an bi pêngavên KCK'ê û KJK'ê biryardariya me ya berxwedanê careke dî datîne holê.''

 

Endama Koordînasyonê ya KJK'ê Zerîn Rûken herî dawî wiha got:

 

''Dema wê hatiye ku em têkoşîna xwe ya azadiyê û demokrasiyê ya xwedîderketina li Rêber Apo bi pêşengiya berxwedana Rêber Apo ya dijî komploya navnetewî berev şerê şoreşgerî yê gel ya gerîlayên azadiyê, gelê me, jinan û gelan bikin asteke cîhanî. Niha em di dema geşkirina pêngava 'Dema Azadkirina Rêber Apo' de ne. Bi serifandina xeta Rêbertî û şehîdan li dijî kompoloya 15'ê Sibatê ji hêla giyan, hîs, raman û tevgeran ve xwe nû bikin û xwe bikin mîlîtanên Rêber Apo. Di sala 23'yan de li dijî kompoloya navnetewî bi zêdetir têkoşînê em ê bibin xwedî serkeftina mezin. Bi azadiya Rêber Apo em ê serfiraziyê mîsoger bikin. Li dijî zemanê tarî yê komployê, bi geşkirina pêngava azadiyê em li qadan bin.''