Rojnivîska ciwanekî 17 salî yê ku 137 rojan li ber xwe dayî
Berxwedana ku li Sûrê 103 rojan dewam kirî gelek têgihiştin serûbinî hev kirin. 103 rojan li ber xwe dan û ev berxwedan derbasî dîrokê bû.
Berxwedana ku li Sûrê 103 rojan dewam kirî gelek têgihiştin serûbinî hev kirin. 103 rojan li ber xwe dan û ev berxwedan derbasî dîrokê bû.
Berxwedana ku li Sûrê 103 rojan dewam kirî gelek têgihiştin serûbinî hev kirin. Bi qasî 100 ciwanî ku hêza li pêşberî wan hem ji hêla hijmarê ve û hem jî ji hêla teknîka şer ve 10 caran li wan zêdetir bûn, 103 rojan li ber xwe dan û ev berxwedan derbasî dîrokê bû. Li wê navçeyê ku polîsên taybet, tîmên rûpoşkirî yên TSK’ê ku pesnê xwe dide ew yek ji artêşa bijarte ya NATO’yê ne û komandoyên SAT, qorîciyan dorpêç kiribûn, çend ciwanên dilêr, bi bêderfêtiyan, xaka xwe, kuçe û taxên xwe parastin. Ev berxwedan bi gelek nûçe û nivîsan hate vegotin. Lê rojnivîska Hamza Tûnc ê ku 1998’an hatî dinyayê, ku ji destpêka qedexeyê heta bi dawiyê li Sûrê mayî, hêleke dî ya berxwedanê û baweriya ciwanan radixe ber çavan. Piştî 10’ê Adara 2015’an ku daxuyanî hate dayin operasyon bi dawî bûne, Hamza Tûnc ku hewl dida ji wan taxên şer lê giran bûyî derbikevin, beriya ku xwe bikin kom û ji hev veqetin, bi 2 hevalên xwe re li rêya xilasiyê geriyan.
Rojnivîska Hamza Tûnc ku di xwe de hêvî, bawerî, hêrs, biryardarî vedihewend, piştî ku hevalên wî Hakkî û Cahît ji bo ku rêyekê bibînin jê vediqetin, dest bi nivîsandinê dike. Wê demê şer bi dawî bûbû, leşker û polîsan ji hêlekê ve li malan digeriyan û ji hêla dî ve jî destûr dabûn ku gelê sivîl werin ser malên xwe yên kavilbûyî çend firaxên mayîn derxînin. Tiştên ku di rojnivîsana Hamza Tûnc de dinivîsin, ku tê de hêvî, bawerî, hevrêtî, tenêtî, kêfxweşî heye, wiha ye:
DENGEK
‘’Şevê dî hevalê Cahît û Hakkî saet 03.00’an çûn. Belkî maleke dî ya ku em lê hebin were dîtin. Wê werin min jî bibin. Belkî herdu jî çûbin. Ez bawer dikim ku em ê dîsa werin cem hev, bi destûra Xweda. Axir..saet nêzî 9’an piştî ku min xuriniya xwe şikand, min got ez derkevin keşfê. Ez çûm qata jor. Berê dijmin bi kar anîbû. Ji şopan li pey wan maye diyar e. Ez dîsa vegeriyam jêrê, cihê ku ez lê dimam. Dengek hat. Dengê jinekê. Her ku diçû nêztir dibû. Min jî ji qulika dêrî nerî û ez dibêm qey xwediyê malê yê qata jor bû. Bi tesadûfî hate malê. Li cem kurikek û keçikek hebûn, ciwan bûn. Bi ecele çend firax ji qata jor derxistin û çûn. Min guh li wan dêra, lê min tiştek fêhm nekir. Ez jî pê re pê re, çûme cihekî bilind û min guh da dengan. Min got belkî qedexe rabûbe, gel ketibe hundir. Lê ji dengê dijmin pê ve deng nebû. Piştî ku min pêlekê guhê xwe da dengan, dîsa hatim cihê xwe yên ku ez lê mabûm.
Niha saet 12.30 e. Derdor hinekî bêdeng e. Ez ê ji xwe hinekî razim. Bi rastî jî dema ku mirov tenê be, ji bêhtengî tiştekî ku mirov bike nîn e. Heke cihekî ku bixwazim biçimê hebe jî, ji ber rewşa min a ku ez tê de me, nikarim. Ez li nav dijmin im. Dengekî ku biçe dijmin dikare hem jiyana min û hem jî ya 2 hevalê min bixe talokeyê.
NE RADYOYEK NE TÊKILIYEK
Dengê kepçê pir ji nêz vê tê. Ev 2 heftî ne ev alçax dixebitin. Tiştinan dikin lê ne radyoyek heye û ne jî têkiliyeke me derve re. Gelo qedexe wê rabe yan na. 2-3 roj şûn de tam 4 meh çêdibin. Hema hema hemû hevalên min şehîd bûn. Hinek jê di bin kavilan de şehîd bûn. Lê çi jî be tola wan wê were hildan. Gelo rewşa hevrê Cahîd û Hakkî çawa ye. Ji şevê dî ve ji bîra min naçin. Di nav 2 heftiyan de min pir bêhna wan teng kir. Bê hemdî xwe min deng derxist û ew xistin rîskê. Bi rastî jî min helwesta milîtanekî nîşan neda. Her carê li gel ku dengê xwe li min dikirin jî min dîsa jî deng dikir. Heta ji wan were bila ji min aciz bibin, canê min ji wan re feda ye. Ji ber ku em hevrê ne.
BI TENA SERÊ XWE TEHMA WÊ NÎN E
Min savara mayî ya ku hevalê Hakkî duh çêkiribû qedand. Niha çayê vedixwim lê dema ku mirov tenê be tehma wê nîn e. Ev pêvajoya şer a 103 rojan ji bo min bi rastî jî bû tecrûbeyeke mezin. Her ku diçe hîs û wateyên nû dide mirov. Ezman ewrawî ye, car caran peşkên baranê tên. Xwezî bi şev jî baran bibare û raneweste. Belkî dîsa em û hevrêyên xwe bigihin hev an jî ev baran bibe sedem ku bikaribin xwe xilas bikin. Ji ber ku, ku tenê yek kes jî be divê ji vir derkeve û tişta ku li vir bûyî vebêje û rastî derkevin holê.
HÛN NIKARIN VÎNA CIWANÊN KURD BIŞIKÎNIN
Mezintirîn artêşa 3. a dinyayê 3 mehan, bi 30 hezar kesî, bi hemû teknîka xwe êrîş bire ser 80 kesî û diyar kir ku çendî şepirze û hetikî ye ev artêş. Hûn bi tangên xwe, bi topên xwe jî werin hûn nikarin vîna Kurdan bişikînin…Hema bibêje îro jî çû, saet tê 5’an û ti his û deng nîn e. Ezman geh vedibe û geh tê girtin. Hinekî ba heye.
Heke baran bibare ez ê hinekî keşfê bikim. Bi roj min li kuçeya rex xwe nerî. Tiştek nebû, min li deng guhdarî kir, deng nebû. Tê lê van deman ne pir. Kuçeyeke bi ewle ye. Ku hevalê Hakkî û Cahît îro werin ez ê rewşa wê kuçeyê bipirsim. Heke ew jî qebûl bikin em dikarin li maleke wê kuçeyê bimînin. Lê ez nizanim bê ka ew kuçe diçe ser kolanê yan devereke dî. Hevalê Hakkî baştir dizane. Ez vê qadê qet nas nakim. Axir, bila bibe êvar, Xweda mezin e. Wê diyar bibe bê ka ez e çi biryarê bidim. Ji ber ku dibe ku heval werin, wek ku ez îro dernakevim. Roja dî jî ez dernakevim lê roja 3’yan teqez ez ê derkevim. Ez ê cihê xwe biguherim, ji ber ku çûn hatina dijmin li vê taxê heye. Hêdî hêdî li malan bi cih dibin… Saet niha 6 e. Şevê dî min hêvî kir ku hevalê min werin lê nehatin. Lê teqez tiştin hene ji bo wê nehatine. Axirê, niha ji xwe re maqerna çêdikim. Dijmin îro zêdetir kêferatê dikin. Ka em binerin wê çi bibe, ez ê çi bijîm.
HEKE BARAN BIBARE
Niha saet 8.50 e. Wesayit diçin û tên, çima nizanim. Ez çûme qata jor û min qutikek ji xwe re anî. Û min nerî bê ka ez dikarim çixare yan jî tiştekî bikêrhatî bibînim. Çixare nebû lê min radyoyek dît, pir kêfa min hat. Lê radyo naxebite. Ez ê dest bi xwarinê bikim. Xwedê bike ku bikaribim. Niha li ber pencereyê rûniştime. Hin deng tên. Dengê wesayitan, qorneyan, niha jî bêhna xaza îsotê. Teqez e ku li derve bûyer hene, lê deng qet wiha nêz nehatibû. Ka em binerin saetên pêş me wê çi bibe. Lê bi şev teqez ez ê derbikevim. Bi destûra Xwedê ku baran dest pê bike ez ê biçim wê kuçeya ku min behs kirî, ti şopa dijmin lê xuya nabe. Tenê ji kîsan nêzî 10 mewziyên wan hene lê avêtine naverastê, kuçeyê.
DEMA KU MIN BERDAXÊN WAN DÎTIN BI MIN SEYR HAT
Saet niha 01.30 e, çayê çêdikim. Niha tam dema ku çaya xwe dadigirim, dema ku çav li berdaxên hevalên Cahît û Hakkî ketim, ev bi min seyr hat dîsa. Gelo çi dikin? Saet niha 06.25 e. Min hinek ji meqernaya duh xwar. Min çaya xwe li êgir kir rûdinim. Duh min gotibû ez ê derbikevim lê bi hêviya ku hevalên Cahît û Hakkî wê werin dîsa li cihê xwe mam. Lê îro ez ê teqez derkevim, wek ku êdî wê neyên. Belkî jî wê werin, kî zane. Îro ezman sayî ye, wek ku çend rojan wê baran nebarê. Saet niha nêzî 1’ê ye. Valahiyeke bînayekê heye li wir rûdinim. Ezman sayî ye û xweş e. Dema ku min li deng guhdar kirî, dijminê alçax bi carekê re çû ser ban. Anons kirin û gotin, ser hemû banan paqij e. Hinekî rawestiyam, dema ku dengê wan kêm bû, ez zû daketim jêr. Çi jî be êvarî ez ê hewl bidim ku derkevim. Li taxa rex me dengê jin û zarokan tê. Wek ku gel li wir heye. Ez ê hewl bidim biçim wê taxê. Dijmin pir nêzîkî hev e. Dengê kepçeyê jî pir ji nêz ve tê. Gelo çi dike?