RÊZENIVÎS II

Rojnivîsa ciwanekî 137 rojan li Sûrê li ber xwe da

Piştî ku hat ragihandin operasyon qediya ye, Hamza Tûnç 33 rojan li rê û rêbazeke derketina ji Sûrê geriya. Rojnivîsa Hamza Tûnç, wê pêvajoyê radixe pêş çavan.

Piştî ku di 10'ê Adarê de hat ragihandin ku operasyona li Sûrê qediya ye, Hamza Tûnç 33 rojan li rêyeke derketina ji Sûrê ya dorpêçkirî geriya. 17 rojan bi tena serê xwe li benda hevalên xwe ma. Tûnç bi baldarî, her rojê li rojnivîsa xwe dinivîsîne. Tûnç avahiyên ku her roj leşker û polîs dikevin hundir û jê derdikevin dişopîne, li dengê mirovan guhdarî dike, li rêyekê digere ku ji wê herêmê derkeve. Fikara wî ya yekane ew e, ku eger Hakki û Cahît ji bo dîtina wî vegerin, li vê derê wî nebîne. Ji ber vê yekê dudil e ku ji kolana lê ye derkeve, yan jî lê bimîne.

BI HÊVIYA KU WÊ HEVALÊN MIN BÊN

"Dema dengek hat, ez çûm ber derî. Du zilam -bawerim dijmin bûn- derketin qatê jorê. Heta ku çûn ber deriyê banê û piştre daketin. Piştî 5 deqeyan yekî din jî hat. Deriyê du malên li qatê jorê şikestî bûn. Li wan malan geriya. Piştre dîsa daket jêrê. Li ber derî wextekê axivîn û bawerim çûn kolanên din. Wê dorpêçiyê rakin, ji ber vê yekê lêgerîn kirin. Ji ber ku kepçeyê jî karê paqijiyê dikir, bawerim. Îro, meha 4'an a qedexeyê tijî dibe. Înşaleh wê tiştek bi serê hevrê Hakki û Cahît neyê. Înşaleh li cihekî ewle dimînin. Ez ê îro êvarê wextekê li ser ban rûnêm. Dibe ku bên. Eger neyên, ez ê cihê xwe biguherînim.
Danê sibehê, saet 6 e. Roja çara ye. Min cihê xwe neguhert. Bi hêviya ku hevalên min wê bên, ez heta sibehê li benda wan mam. Lê nehatin. Gelo tiştek bi wan ve hatiye, ji vê aciziyê ez ê bimirim. Bi hilatina rojê re dîsa kepçe dixebite. Deng vê carê ji cihekî nêztir tê.

DIVÊ EZ DERHAL DERKEVIM

Niha saet 4 ê sibehê ye. Hewa ji nişka ve tarî bû. Hinekî baranê dayê. Şukir ji Xwedê re, hewa hinekî tarî ye, mîna ku wê bahoz rabe. Bayekî dijwar tê. Înşaleh wê hevalên min vê êvarê werin. Eger neyên, ez ê cihê xwe ji sedî sed biguherînim. Ji vê hewayê sûdê werbigirim. Dibe ku biceribînim ku derkevim. Ez niha li ser ban rûniştî me. Ji dûr ve dengê axaftinê, wesayîtan û kepçeyê tê. Deng qet ewqasî ji cihekî nêz nehatibû. Danê êvarê ez ê ji ser banan biçim taxa deng 
jê tê.
Saet 09:30, ez hê li heman cihî me. Ji ber ku hewa dîsa ronî bû, duh ez derneketim. Niha deng ji taxê tê. Jin bi Kurdî daxivin. Kepçe dîsa dixebite. Her roj dengê wesayîtan tê. Danê sibehê dengê ambûlansan dihat. Bi rastî jî divê demeke ji ya din zûtir derkevim. Ji ber ku li maleke girtî, li odeyeke ku tavî nadê, mîna ku di girtîgehê de me. Derve mîna biharê ye, lê min ev bihar nedît, hevrêyên min jî nedîtin. Bêguman wê hesabê vê bê pirsîn...

ÎRO 4'Ê NÎSANÊ YE: BAŞ BÛ TU JI DAYIK BÛ MIROVÊ MEZIN

Îro roja min a 6. e Saet 08:30 e û derdor bêdeng e. Ez hê li heman cihî me, ji ku min fêhm kir heta baran nebare, nikarim tevbigerim. Dijmin gelekî zêde ye. Lê min karîbûya xwe bigihanda vê taxa ku deng jê tê. Eger gel zêde be, dibe ku ez karibim li mala yekî jî bimînim. Bêguman eger ew jî ewle be. Ez bawerim îro 4'ê Nîsanê ye. Rojbûna Rêbertî ye. Baş bû tu ji dayik bû mirovê mezin..

KÊFXWEŞIYA PEYDAKIRINA TÛTINÊ

Îro roja 8. e, ez li vir im. Ya rast, bi giştî bû 24 roj ku ez li vê malê me. Ji ber ku baran nabare nikarim derkevim. Sedemeke din a mayînê jî, hatina hevalên min e. Saet 7'ê sibehê, avahiye ji 6 qatan a li kolana pêşberî min heye, ku dijmin 3 qatên wê bi kar aniye. Min got, ji bo keşfê ez ê biçim wir, lê divê ji kolanê derbas bibim. Piştî ku min nava kolanê kontrol kir, bi lez û bez ketim hundirê wê avahiyê. Di avahiyê de kes tine bû û ez li her qatê wê geriyam. Kapsulên bombeavêjê, fîşekên doçka 14'an, qalikên fîşekên M16 û G3 tijî bûn. Piştî ku ji avahiyê derketim, min kîsikek û tebeqeyek li erdê dît. Min li hundirê wê temaşe kir, tûtinek têra du sê rojan bike, hebû. Bi rastî, zûdeyî min cixare nekişandiye.

Dibe roja 25'an. Roja 129. a qedexeyê. Qedexe hê jî dewam dike. Bi rastî jî divê demek ji ya din zûtir ji vir derkevim. Ez di malekê de me ku ev mal di navbera namerdan de ye. Dengê wan bi zelalî tê, dikenin, kêfa xwe dikin!!!

GELO HEVRÊ HAKKI Û CAHÎT ÇI KIRIN?

Roja 27'an. Îro roja 131. a qedexeyê ye û hê jî dewam dike. Ez jî hê li heman malê me. Min duh çend nan ji bo xwe lêxist ku ji bo çend rojan têra min bike. Ji ber ku mirov hingî miqarne û savarê dixwin, mehdê mirovan li hev dikeve. Mirov têr jî nabin. Gelo hevrê Hakki û Cahît çi kirin? Gelo bi hev re ne, yan jî ji hev cuda bûne? Nizanim, lê hêvîdar im wê werin û min bibin...

HEVRÊ HAKKI SOZ DA

Ev bû 11 roj, em ji hev qut in. Gelo ji bilî me, yên ku rizgar bûne hene? Ya rast em jî hê rizgar nebûne. Tenê dijmin bi cihê me nizane. Dibe ku li me digerin. Dibe ku dixwazin şervanekî bi tenê jî rizgar nebe. Ji ber ku ev ê gelekî zerarê bide wan. Gelo li derve çi diqewime? Xwezî min karîbûya hîn bibûma... Ez herêmê jî baş nas nakim. Berê kîjan kolanê li ku ye, li ku derê mirov dikarin ji dijmin rizgar bibin. Bawerim ez ê êdî bi rîsk tevbigerim û hewl bidim derkevim. Ez ê keşfekê bikim. Tirs û fikara min a yekane ew e ku hevrêyên min werin vê derê û min nebînin. Ji ber ku hevrê Hakki soz dabû, ku wê bê û min bibin.

MÎNA DIZEKAN TALAN KIRINE

Roja 132. a qedexeyê ye, bawerim îro În e. Ez serê sibehê rabûm û bi hêviya dîtina cixareyekê fikirîm ku biçim avahiyek li pêşber. Gelekî bi rîsk bû, dikarîbûn bi min bihesin. Lê belê ezê biçûma, hem min ê keşf jî bikira. Ez derkevim, li nava kolanê bûm, hema bi carekê ve ket hişê min ku divê biçim avahiya din a beriya niha çûbûm hundirê wê. Ez ketim hundirê daîreya ku ji aliyê dijmin ve hatibû bikaranîn. Li her derê geriyam. Dema derketim, li refê ku erzaqên xwe lê bi cih dikirin, min tûtina bi qasî kîloyekê dît. Min rahiştê û yekser li wê malê vegeriyam. Ji ber ku dengê namerdan dihat. Rojê dewam dikir. Ka ez ê binêrim, bê tiştekî cuda wê îro derkeve pêşiya min a na. Ji ber ku duh malbatek hat. Bawerim xwediyê mala li aliyê din e. Heta wextekê li hundirê xanî man û derketin. Bawerim tişta ku dîtin, ew gelekî aciz kiribû. Ji ber ku dijminê namerd, mal bi temamî talan kiribû; mîna dizekan!

EZ RÛNIŞTIM Û JI NEÇARÎ MIN LI DAWETÊ GUHDARÎ KIR

Roja 133'an. Min duh danê êvarê cam vekir û dengê muzîkê dihat. Lê min fêhm nedikir. Ji bo lê guhdarî bikim, derketim jorê. Dengê dawetekê bû. Ji taxa jorîn dihat. Fikirîm, ku eger xwe bigihînim cihê dawetê, ez ê bikevim nava gel. Derketim banê. Min hewl da biçim, lê kêm ma bû bi min bihesin. Ji ber ku dijmin gelekî li derdorê hebû. Li her kolanê ronahiya wan pê ketibû. Ez jî vegeriyam û ji neçarî min li dengê dawetê guhdarî kir. Dibe ku ew dawet qala jiyana li derve bike... Bi qasî du saetan, dengê muzîkê û dengê tekbîr û qareqaran dihat. Tiştek digotin, lê min jê fêhm nedikir. Liv û tevgerek jî hebû. Saet di 4:30 de deng zêde bû. Dengê jin, zarok, ciwanan, li kolanan jêrîn dihat û li avahiyek jorîn jî du dayik, du jinên ciwan û zarokek rûniştî bûn. Demeke dirêj bû, ku min mirov nedîtibû. Rewşeke ecêb bû. Ez jî li aliyekî camê rûniştim û min li wan temaşe kir.

ROJÊN LI WÊ JÊRZEMÎNÊ JI BÎRA MIN NAÇIN

Roja 134'an... Saet 6 e û li derve baran dibare. Û gelekî bedew e. Li pêş min avahiyek heye, min biryar da biçim wê derê û çûm jî. Deriyê ban vekiribû û ji wî derî çûm. Ji ber ku ew avahî li pişt çeperê ye. Eger barana Xwedê dewam bike, ez ê êvarê ji wê avahiyê biçim. Bi rastî jî êdî sebra min nema ye. Saet 1 e û kepçe dixebite. Bi rastî jî ev çi dikin? Qedexe çima ranabe? Dikim nakim fêhm nakim. Ev 134 roj in dewam dike. Bû 35 roj ku ji herêmê derketime, lê rojên li wê jêrzemînê qet ji bîra min naçin. Em 22 kes li jêrzemînê bûn. 2 birîndarên me hebûn. Azad û Bedran. Nalîna Azad hê ji bîra min naçe. Bang li min kiribû, ku biçim cem wî. Digot, 'Canê min dişewite', lê tiştek ji destê min nedihat. Bêçare bûm. Çi tiştekî nebaş e, dema mirov di rewşeke ewçend bêçare de be. Canê hevrêyê de dêşe, dişewite, lê tu nikare tiştekî bike. Me biryar dan 12 kes bi şev derkevin, şer bikin û derkevin. Min, Hakki û Cahît me karîbûn xwe ji herêmê derxînin. 5 kes teslîm bûn an na, nizanim. Çi bi 5 hevalên din hat wê jî nizanim.

Dema derketin derveyî herêmê dengê şer hatibû. Xezal, Siyanîş, Şervan, Brûsk û Nûman... Saet 3.30 e û kepçe hê jî dixebite. Eger karibim kepçeyê bibînim, belkî zanibim bê çi dikin. Dîsa dengê zarok û jinan tê. Min hewl da bibînim, lê devereke ku bibînim tine bû. Niha dengê çekan ji nêz ve hat û kûçik direyin. Gelo çi dibe? Dikim nakim wan nabînim. Ez bêjim ji banê avahiya li taxa pêşber tê, lê ji cihekî ewçend dûr çawa çêdibe ku deng ewçend bi zelalî bê? Xuya ye deng ji wir tê. Ji min hebû ku li taxa kêlekê gel heye, lê xuya ye deng ji du taxên wêdetir tê û ji bo xwe bigihînim wir, divê ji astengiya dijmin derbas bibim. Ew jî bi çûyîna ji ser banê xaniyan dibe. Ev jî gelekî zehmet e. Ya bi xêr çi be, bila Xwedayê min wê bike. Danê êvarê, bi destûra Xwedê eger baran bibare, ez ê ewilî hinekî bisekinim, dibe ku hevalên min bên. Eger neyên ez ê derkevim. Ez ê bi kîjan alî ve biçim, sebir nema. Xwedayê min tu alî min bike... Saet 5 e û hewa tarî bûye. Ba jî gelek e. Şukir ji Xwedayê min re, lê keşf jî digere. Min fêhm nekir, înşaleh ev baran wê min bigihîne hevalên min û em ê bi hev re derkevin. Li taxa pêş, dîsa dawet heye. Xwedayê min tu alî min bike. Saet 6.20 e û dengê wesayîtan nasekine.

GELO EV IŞARETEK E?

Roja 135'an. Saet 7.30 e û baran dibare. Duh bi şev baran zêde nebariya û dema li bendê dimam, bi xew ve çûm e. Ez hê li heman cihî me. Binêrim bê wê îro çi bibe? Saet 9:30 e û dengê dijmin tê. Deng gelekî zêde tê. Baran jî xweş dibare. Xwezî êvarî jî bi vî rengî bibariya. Bi rojê nikarim tevbigerim. Rîsk gelekî zêde ye. Ancax li cihekî bilind dikarim keşfê bikim û li pêş avahiyeke bilind hebû. Ji min hebû ku dijmin e. Lê gel heye û vê yekê min kêfxweş dike. Niha ji wê derê dengê jinan tê. Dengê dijmin jî tê. Min fêhm kir, ku eşyayên xwe derdixîne û dilezîne. Saet 3.20 e. Min nimêja esr dikir, li pêş avahiyê deng dihat. 4-5 kes bû, lê min dest ji nimêja xwe berneda. Piştî ku nimêj qediya, daketim qatê jêrê. Bi bêdengî û dizî ji pacê min lê nêrî. 4-5 kesên boyax di destan de bû, nivîsên li ser dîwaran jê birin û çûn. Gelo wê qedexe rabe? Ji ber wê yekê nivîsên der heqê partiyê de jê birin? Karibim ji hinekan bipirsim. Radyoyeke hebûya min ê fêhm bikira bê çi dibe. Min timî dua dikir ku Xwedê işaretekê bide min. Gelo ev işaretek e? Xwedê tu alî min bike, sebrê bide.

DIJMIN LI NAVA KOLANÊ YE

Roja 136'an e. Saet niha 2.30 e. Saet derdora 10'an de dema ku dengek hat çûm ber derî. Dijmin li nava kolanê bû. Ez yekser daketim qatê jêrê û min li pişt perdeyê li wan temaşe kir. Bi bêdengî li jêrzemînan dinêrîn. Berî niha bi kêliyekê li avahiya dîrokî ya li aliyê min ê rastê temaşe kirin. Gelekî deng derxistin. Gelo çi kirin? Hê jî deng ji wan tê. Xuya ye ev kolan bûye rêya wan derbasbûnê. Bawerim mirovên sivîl jî di nava wan de hene. Piştre derketin ser banên xaniyan. Yekî herêm bi wan dida naskirin, qala derdorê dikir...

PÎMÊ BOMBEYA DESTAN BIKIŞÎNIM...

Roja 137'an e. Saet 8 e û hê li heman cihî me. Gelo ez ê îro çi bibînim. Saet di 8 û 10'an de 10 kes hatin avahiya li pêşber. Jin, mêr, ciwan, extiyar, bawerim xwediyê xanî bûn. Ez li pişt perwerdeyê li wan temaşe dikim. Carna tên ber mala ez lê me û diçin. Min jî got, dema hatin ber derî ez ê bi bêdengî bang li wan bikim û bi wan re baxivim. Ji min hebû ku welatparêz in. Di wê kêliyê de du jinên ciwan hatin. Ez ê derketibûma, hingî dijmin hat cem wan û min bihîst ku jinan sixêf li me dikir, li partiyê dikir. Wê çaxê min şukir kir, ji ber ku derneketim. Xuya ye diminê namerd xanî ser û bin kiriye û guneh jî xistiye stuyê me. Namerdî tiştekî bi vî rengî ye. Me tenê erzaq û ava vî gelî, û dema neçar man jî kinc birin. Me tiştekîgel nefirot. Me ji bo vî gelî şer kir. Malên wan jî xaniyên wan jî emanetê me bûn. Gelekî bi zora min çû. Ji min hat ku pîma bombeyê bikişînim û bavêjim nava wan. Yên bi vî rengî bila qet tine bin. Gelo qet wijdan bi wan re nîne! Saet 12:30, gel, xwediyên xanî li vir e. Dijmin jî hin tiştan dinivîsîne. Gelo çi dinivîsîne? Ev 4 kesên ku beriya niha boyax di destê wan de bû, li nava kolanan belav bûn."

17 ROJÊN BI TENA SERÊ XWE

Rojnivîs li vir diqede. Aqûbeta piraniya kesên navê wan di rojnivîsê de derbas dibe, nayê zanîn. Tê zanîn, ku Hakki yê ku Hamza Tûnç bi rojan li benda vegera wî ye rizgar dibe. Hamza Tûnç, 33 roj piştî 10'ê Adarê piştî ragihandina bidawîbûna operasyonê, di 12'ê Nîsanê de li avahiya li kolana Develî ya li taxa Dabanoglûyê, tê dîtin. Kesên ku bi wî dihesin, dikin qareqar û agahiyê dide polîsên li jêrê. Ji ber ku 17 rojan bi tenê ma ye û ji hal ketiye, tê girtin. Li dadgehê yekser tê girtin. Tûnç ku li Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê tê girtin, çend roj berê li Amedê rûniştina biryardayînê ya doza wî hat dîtin. Red kir ku bi rêya SEGBÎS'ê îfadeyê bide, lê belê dadgehê 7 sal û 6 meh ceza li Tûnç dibire.