Rojnameya Welat dest bi weşana xwe ya dijîtal kir

Rojnameya Welat wê ji niha û şûnde li ser înternetê dest bi weşana xwe bike.

Rojnameya Welat a Kurdî ku di çarçoveya Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (BHQ) a Hejmara 701 a dawî ya 8’ê Tîrmeha 2018’an de dema Reweşa Awart derketibû hatibû girtin, ji nû ve wê li ser înternetê dest bi weşana xwe bike.

Hejmara dawî ya Welat ji ber nebûna çapxaneyê bi fotokopiyê hatibû derxistin. Komek rojnamevan hatibûn gel hev û Rojnameya Welat derxistibûn. Rojnameya ku îro dest bi weşana xwe kir bi maşeta “Dem dema azadiyê ye’ derket pêşberî xwênerên xwe.

Rojnameya Welat wê her rojê bi dijîtal weke laperekê derkeve. Dîsa wê rojnamevan û nivîskarên ji çar parçeyên cîhanê desteka rojnameyê bikin.

Her wiha li ser malpera rojnameyê rojnameyên ji sala 1990’î ve bi Kurdî derketine û hatine girtin jî weke arşîv cih bigirin.

Edîtorên rojnameyê di hejmara yekê de li ser rojnamegeriya Kurd û demê gihiştiyê nivîsek nivîsandine.

Hûn dikarin li ser lînka jêr xwe bigihînin rojnameyê.

https://rojnameyawelat.com/