Rojnamevanên Kerkûkê bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kirin

Rojnamevanên bajarê Kerkûkê bi tundî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk li hemberî gerîlayên azadiyê şermezar kirin.

Di demên dawî de bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk li hemberî gerîlayan li Avaşîn û Metîna bûye rojev û hemû rojê Kurdistanî û dostên wan ji bo şermezarkirina wê li qadan in û daxwaz ji OPCW û saziyên navnetewî dikin ku biçin lêkolînê bikin û hesab bê pirsîn.
HPG’ê di daxuyaniyeke xwe de ragihandibû ku di nava 6 mehên derbasbûyî de dewleta Tirk herî kêm 323 car çekên kîmyewî li hemberî gerîlayên wan bikar aniye.
33 sal beriya niha rejîma Sedam Hisên li hemberî gelê Kurd çekên kîmyewî bikar anîbû ku karesateke mezin bi ser gelê Kurd anî. Piştî 33 salan careke din Başûrê Kurdistanê bûye armanca çekên kîmyewî yên artêşa Tirk û her du hikumetên Herêm û Iraqê li hemberî vî sûcî bêdeng in.
Têkildarê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê artêşa Tirk li hemberî tevgera azadiyê û şêniyên navçeyên sînorî yên Başûrê Kuridstanê û bandoriya wan li ser navçe û şêniyan, rojnamevanên bajarê Kerkûkê ji ANF’ê re axivîn. Rojnamevanan bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk şermezarkirin û wek kiriyareke dermirovî pênasekirin.


“ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ LI DIJÎ GELÊ ME BIKAR TÎNE”
Rojnamevan û Çalakvanê Sivîl Bextiyar Mihemed bal kişande ser êrişên dewleta Tirk li ser gelê Kurd û got, “Salên dûr û dirêjin ku dewleta Tirk dijberiya Herêma Kurdistanê dike û bi dirêjiya dîrokê dewleta Tirk dijbertiya maf û daxwazên gelê Kurd kiriye. Di salên dawî de jî hewldanên dewleta Tirk yên dijminatiya gelê Kurd zêd bûye, li dijî gelê Kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê û gundên ser sînor bi dehan car rêbaz, amûr û çekên qedexekirî bikar tîne.”
“WÊ ÎRADEYA GELÊ KURD SER BIKEVE”
Bextiyar Mihemed derbarê pêşîlêgirtina wan êriş û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker anî ziman, “Me çend caran daxwaz kir û emê bikin ku pêwîste zextê li ser her du hikumetên Herêm û Iraqê zêde bikin ku hewldanên xwe yên ji bo pêşî li binpêkirinên ku Tirkiye li hemberî gelê Kurd pêk tîne bigirin, di vê baweriyê de me ku di dawiyê de wê îradeya gelê Kurd bi ser bikeve.”
EV BÊDENGÎ BÛYEKE DEQEKÎ REŞ LI SER ÇAVÊN CIVAKA NAVNETEWÎ
Rojnamevan Mihemed her wiha îşaret bi bêdengiya civaka navnetewî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk û wiha pê de çû: “Li hemberî van êrişane nabe ku bêdengî bê hilbijartin, sala 1988’an dema êrişa kîmyewî li ser Helebceyê pêkhat civaka navnetewî bêdeng ma û piştre ew bêdengî bû sedemê poşmaniyeke mezin û deqeke reş li ser çavên civaka navnetewî. Hêvîdarin ku heman dîrok û çarenûs dîsa xwe dubare neke. Bêdengbûna civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gelê Kurd sûc e, ji ber ku bikaranîna çekên kîmyewî wek sûcê şer tê hesibandin.”
“TENÊ HELWEST NE BES E”
Bextiyar Mihemed di dawiyê de hewlesta xwe li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî nîşan da û ragihand, “Ez wek rojnamevanekê bi tundî êrişên dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd pêk tîne şermezar dikim. Pêwîst e dewleta Tirk dest ji vê sûcê dermirovî berde û pêwîste hemû azadîxwazên cîhanê li hemberî wan sûcane bêdeng nebin. Tenê helwest ne bes e, ji ber ku pêwîste hewldanên pratîkî ji bo pêşîlêgirtina êrişên Tirkiyê bên dayin.”
Rojnamevana bi navê Hawar Faris jî di destpêka axaftina xwe de bi tundî gef û êrişên dewleta Tirk yên li ser gelê Kurd ku niha çekên kîmyewî bikar tîne û bêdengiya Hikumeta Herêma Kurdistanê ya li hemberî wê şermezarkir.
“JI BER BÊDENGIYA ALIYÊN KURDÎ HEMAN SENARYOYA HELEBCE DUBARE DIBE”
Rojnamewana jin Hawar axaftina xwe domand û got, “Berê gelê Kurd bûye qurbaniyê çekên kîmyewî ku ji aliyê rejîma Baasê ve pêk hat. Niha jî ji ber bêdengiya aliyên Kurdî heman senaryoya Helebce dubare dibe û careke din çekên kîmyewî li hemberî gelê Kurd tê karanîn ku vê carê ji aliyê dewleta Tirkiyê ye. Bêdengbûna aliyên siyasî yên Kurd rê dide dijminan ku li her çar parçeyên Kurdistanê êrişê netewa me bikin.”
“ME ENCAMA KÎMYABARANÊ DÎT”
Rojnamevan Hawar Faris di dawiyê de wiha helwesta xwe nîşan da, “Wek rojnamevanek a bajarê Kerkûkê hemû êrişên kîmyewî û bombebaranên ku dewleta Tirk li ser her çar beşên Kurdistanê pêk tîne şermezar dikim û hêvîdarim ku bêdengî were şkandin, ji ber ku me encama kîmyabaranê dît.”
“LI HEMBERÎ WAN SÛCANE BÊDENG NEBIN”
Rojnamevaneke din ê bajarê Kerkûkê yê bi navê Helmet Hesen têkildarê bikar anîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ji ANF’ê re ragihand, “Bikaranîna çekên kîmyewî ji bo safîkirina şeran bi dirêjahiya dîrokê karesat bi xwe re aniya û wek kiryereke dijî mirovî tê hesibandin. Di dîroka gelê Kurd de jî pir caran komkujî çêbûne, pêwîste zextê li rayedarên hikumetê û aliyên pêywendîdar bikin ku li hemberî wan sûcane bêdeng nebin.”
“DIKEVE NAV ÇARÇOVEYA SÛCÊN ŞER”
Hesen di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer tê hesibandin û wiha dirêjî da axaftinên xwe, “Her welat û aliyek li dijî gel ya welateke din çekê kîmyewî bikar bîne, ev yek dikeve nav çarçoveya sûcê şer. Vêca ew çekên kîmyewî yên li ser gelê Kurd tê bikaranîn yan jî li ser welateke din bê bikaranîn ez hemûyan şermezar dikim.”
Di dawiyê Rojnamevan Helmet Hesen bal kişande ser encamên ku bêdengî wê bi xwe re bîne û got, “Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ne tenê gelê Kurd belku pêwîste hemû li dijî wê bisekinin. Ji ber ku bikaranîna çekên kîmyewî sûceke li dijî hemû mirovatiyê û wek çekê komkujiyê tê hesibandin.”