Rojnamevanê got, 'Li Efrînê sivîl dimirin' hate girtin
Rojnamevan Îdrîs Yilmaz ku nûçeyên wî weke 'propaganda rêxistinê' hate dîtin û bi vî rengî hate binçavkirin, ji aliyê dadgeriya Tirk ve hate girtin.
Rojnamevan Îdrîs Yilmaz ku nûçeyên wî weke 'propaganda rêxistinê' hate dîtin û bi vî rengî hate binçavkirin, ji aliyê dadgeriya Tirk ve hate girtin.
Rojnamevan Îdrîs Yilmaz du roj berê ji mala xwe ya li navçeya Erdîşa Wanê hate binçavkirin û îro ew derxistin pêşberî Dozgeriya Komarê. Dozger jî ji bo bê girtin ew şand dadgehê. Dadgha Tirk jî parvekirinên li ser Efrînê ji Yilmaz pirsî. Dadgeha Tirk nûçeyên Yilmaz ên li ser mirina sivîlan li Efrînê weke 'propaganda rêxistinê' dît û biryara girtina wî da.