Rojnamevan Sorgul: Medya Rojava hêviyê dide mirovan
Rojnamevan Rêşad Sorgul diyar kir, ku li Rojava medya Kurd bi pêş ketiye û got, "Tevî zor û zehmetiyan jî, nifşekî ciwan û dînamîk heye. Xebatên vî nifşî, ji bo medya Rojava hêviyê dide mirovan."
Rojnamevan Rêşad Sorgul diyar kir, ku li Rojava medya Kurd bi pêş ketiye û got, "Tevî zor û zehmetiyan jî, nifşekî ciwan û dînamîk heye. Xebatên vî nifşî, ji bo medya Rojava hêviyê dide mirovan."
Rojnamevan Rêşad Sorgul diyar kir, ku li Rojava medya Kurd bi pêş ketiye û got, "Tevî zor û zehmetiyan jî, nifşekî ciwan û dînamîk heye. Xebatên vî nifşî, ji bo medya Rojava hêviyê dide mirovan."
Rojnamevan Rêşad Sorgul, yek ji kedkarên girîng ên çapemenî û televîzyonkariya Kurd e. Sorgul di sala 1997'an de li Med TV, dest bi rojnamevaniyê kir. Bi dorê di qenalên televîzyonê Medya, Roj, Nûçe, Ronahî û Stêrk TV de 19 salan spîkerî, edîtorî û bernamevanî kir. Sorgul niha li navenda nûçeyan a Stêrk TV edîtoriyê dike. Ji bo li ser rojnamevaniyê semîneran bide berî sê 3 mehan çû Rojavayê Kurdistanê. Rêşad Sorgul li ser vexwendina Ronahî TV çû Rojava. Sorgul da xuyakirin, ku li Rojavayê Kurdistanê medya Kurd bi pêş de diçe û got, "Li wê derê nifşekî ciwan û dînamîk heye. Hêviyê dide mirovan. Lê belê bê tecrûbe ne. Ev yek jî wê bi demê re çareser bibe. Medya Kurd a li Rojava, hêviyê dide mirovan." Li ser rewşa medya li Rojavayê Kurdistanê û karê rojnamevanên ciwan, em bi rojnamevan Rêşad Sorgul re axivîn.
Bi vexwendinekê hûn çûn Rojava û we li ser medyayê gelek semîner dan. Hûn dikarin ji me re hinekî qala rewşa medya li Rojava bikin?
Li Rojava niha her tişt ji nû ve tê çêkirin. Ji nû ve tê dîzaynkirin. Di qada medyayê de jî rewş bi vî rengî ye. Ji ber ku şer hînê dewam dike. Ev rewş bandorê li jiyana civakî dike. Ji vê herêma şer lê dijwar e wergirtina nûçeyan karekî girîng e. Lê medya li Rojava bi tenê karê nûçegihaniyê nake. Bi gelek zimanan, têkildarî gelek qadan weşanê dike.
Medya, ji bilî Kurdî bi kîjan zimanan weşanê dike?
Ji bilî Kurdî, bi Erebî, Îngilîzî û Tirkî weşan heye.
Zimanê Kurdî di çapemeniya Kurd de hînê baş li şûna xwe rûneniştiye. Ev rewş li Rojava çawa ye?
Ji ber ku Kurdî li Rojava salên dûr û dirêj qedexe bû, di medyayê de jî ev ziman hînê rûneniştiye. Bi taybetî ji aliyê nivîsandina nûçeyan ve, di gelek aliyan de hînê kêmasî hene. Lewma em nikarin bêjin ev pêvajo temam bûye. Lê belê xebatên di vî warî de dewam dikin. Ji xwe karê medyayê yê li Rojava gelekî nû ye. Bi şoreşê re destpê kir. Lewma tiştekî normal e. Belê, li Rojava Kurdiyeke gelekî sade û resen tê bikaranîn. Ji bo ev ziman di medya û nivîsandinê de rûnê, wext divê.
Li Rojava niha çend saziyên medyayê hene? Karê rojname, televîzyon û nûçegihaniya li ser înternetê di kîjan astê de ye?
Tevî Ronahî TV û Ajansa Nûçeyan a Hawar, rojnameyên xwecihî yên mîna Bûyer û Ronahî hene. 5-6 radyoyên xwecihî jî hene. Ji bo xwedîkirina van saziyan, bingeheke xurt a tora nûçeyan hatiye danîn. Ciwan û dînamîk e. Bi taybetî rojnamevaniyeke dînamîk heye, ku li eniya şer nûçeyan dişopîne.
Xuya ye rojnamevaniya qada şer li Rojava pêşketî ye..
Belê, nûçegihaniya li qada şer heye... Ev yek berê di nava Kurdan de nebû. Lê li Rojava ev derketiye holê.
Baş e di nava vê rewşê de, mijarên civakî bi çi rengî di medya Rojava cih digire?
Ev mijar kêm tê dîtin. Rojnamevan giraniyê nadin ser pirsgirêkên civakî. Ziman û nûçeyên rexnegirî bi peş neketine. Xuya ye sedema vê yekê jî ew e, ku her kes xwe ji malê dibîne.
Pirsgirêkên sereke yên xebatkarên medyayê çi ne?
Nifşekî ciwan heye, ku gelekî bi ezm e. Di perwerde û semînerên me de ev yek bi zelalî dihat dîtin. Lê tecrûbe û ezmûnên xwe nîne. Di vî warî de kêmasî hene. Li aliyê din, televîzyonek û rojnameyek têra wê derê nake. Hîn bêhtir saziyên medyayê divê. Bi taybetî li gelek bajaran Ereb dijîn. Wekî din, Asûrî-Suryanî û Ermen hene. Hewce ye rêveberiyên herêmî yên li wê derê, vê rewşê bibînin.
We qala kêmasiya medyayê ya di mijara qada civakî de kirin. Baş e ev kêmasî bi çi rengî dikare ji holê rabe?
Ev yek, wê hinekî din jî bi vî rengî bidome. Ji ber ku berê objektîfên medyayê niha li qada şer e. Bi rewşa şer ve girêdayî ye. Ew jî nayê zanîn hînê çiqasî dewam bike. Beguman pêwendiya vê yekê hinekî bi demokrasiyê jî heye. Ji ber ku her tişt li wê derê nû ye, di encama tecrûbeyan de diafirin. Gavê nîqaşek li ser modelê heye. Belê niha xebatên komun û kooperatîfan hene. Lê ev baş rûneniştiye. Ancax piştî wextekê bi cih bê.
Medya niha weke amûreke propagandayê tê bikaranîn?
Beguman ew aliyê wê jî heye, bes ne tenê bi vî rengî tê bikaranîn. Medya li wê derê ne tenê karê nûçegihaniyê dimeşîne. Di serî de perwerde, ziman û tenduristiyê ji gelek aliyan ve kêrhatî û bi fonksiyon e. Mîna dibistanekê, mîna navendeke perwerdeyê tevdigere.
Li ser medyayê, navendên perwerdeyê hene?
Belê, li Qamişloyê akademiya medya heye. Ev akademî perwerdeya pîşeyî dide şagirtan. Rojnamevanan perwerde dike, digihîne.
Li qadên wêje, muzîk, sînema, çand û hunerê rewş çi ye?
Coş û pêşketina li nava medyayê, li van qadan jî tên dîtin. Hewldanek xuya ye. Zemîna pêşketinê heye. Hin akademî û navendên perwerdeyê hatine avakirin. Di vî warî de karekî cidî tê meşandin.
Rojava timî bi şer tê bîra mirovan. Gelo jiyana rojane li wir çawa ye?
Jiyan li wir normal e. Jiyana rojane bi awayekî rûtîn dimeşe. Ne weke ji vir xuya dike ye. Ji aliyê aboriyê ve jî, gelekî erzanî heye. Mercên jiyanê hêsan e. Ji ber ku sîstemeke hilberînê ya xwe dispêre komînan heye, esnafên biçûk roleke girîng dilîzin. Civakek dînamîk heye. Nifşekî ciwan heye û hêviyê dide mirovan. Eger mirov Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê bînin ber hev, hingî Rojava li gorî yên din avantaja xwe zêdetir e. Li gorî min, di demokratîkkirina herêmê, bi taybetî jî demokratîkkirina Sûriyeyê de dikare roleke girîng bilîze. Lewma hêviya min gelekî heye ji Rojava.
Niha çar aliyên Rojava hatine dorpêçkirin. Ji aliyê DAIŞ, Tirkiye û PDK'ê ve hatiye dorpêçkirin. Tevî vê yekê jî, şert û mercên jiyanê gelekî baş e.