Rojnameger Evren jî di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye

Berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî tecrîdê belav dibe. Rojnameger Kîbriye Evren jî dest bi greva birçîbûnê yê bêdawî û bêdorveger kir.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya Guven di roja 40'emîn de didome. Bi daxwaza bidawîkirina tecrîdê li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê 30 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.

Daxwazên girtiyan; Rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Rojnemeger Kibriye Evren û her du jinên bi navê Elîf Kaya û Hîlal Olmez ên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.