Rojiya mirinê ya Karabak û Yildirim di roja 92’an de ye!

Çalakiya rojiya mirinê ya girtiyên li Girtîgeha Wanê Kadîr Karabak û Esat Nacî Yildirim di roja 92’an de ye. Diyar bû rewşa girityan ne baş e û êdî nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin

Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê Kadîr Karabak ê ji doza TKP/ML û Esat Nacî Yildirim ê ji doza MKP’ê ji bo protestokirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehê dest bi rojiya mirinê kiribûn,çalakiya wan kete roja 92’an.

Hate ragihandin ku rewşa Karabak û Yildirim ne baş e û êdî nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin.

DI HEVDÎTINA BI WEZARETÊ RE TU ENCAMÊN ERÊNÎ DERNEKET

Hevjîna Kadîr Karabak Turkmen Karabak ragihand ku rewşa girtiyan her ku diçe girantir dibe û ji rewşa wan bi fikar in. Karabak got têkildarî rewşa wan parlamenter bi Alîkarê Wezîrê Edaletê re hevdîtin kirine lê tu encamên erênî derneketiye.

‘DIBÊJIN EM GAV PAŞVE NAVÊJIN’

Turkmen diyar kir ku hevjînê wê û girtî Yildirim ragihandine ku gavekê jî paşve navêjin û wiha domand; “Hevjînê min û hevalê wî dibêjin ‘Em naxwazin di qefesê de bijîn.’ Ji ber vê sedemê heta ku pirsgirêk çareser nebe wê dev ji çalakiya xwe bernedin”. Ev 92 roj in ev herdu girtî di rojiya mirinê de ne. Hatine wê astê ku êdî nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin. Di hevdîtina dawî de jî ragihandin ku hejmartina li ser lingan didome, rojname û pirtûkan nadin wan. Beriya niha jî dest danîbûn li ser xwêya li odeya wan. Rewşa wan gelek krîtik e û dibe ku wan rakin nexweşxaneyê.”