Ji fermandarên herêma Bradostê Sînor Rojhilat bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê axivî û destnîşan kir ku têkoşîna li Kurdistanê bi ruhê 15'ê Tebaxê tê kirin.
Rojhilat destnîşan kir ku 15'ê Tebaxê mîrateyeke ji bo jin û ciwanên Kurd û got, "ji bo afirandin jiyaneke watedar, azadî û demokrasiyê têkoşîn tê dayin. Berxwedana zindanê ya heval Mazlûm nîşaneya herî baş a vê têkoşînê ye. Li dijî polîtîkayên înkar û tinekirinê, gelê Kurd ji bo jiyana azad bi nasname û îradeya xwe têkoşiya. Gelê Kurd bi ruhê 15'ê Tebaxê hebûna xwe nas kir. Bi vî ruhî bû xwedî çand, nasname û ziman. Ev ruh îfadeya ziman, çand û hebûna me ye. Dijmin nekarî xwe li vê rastiyê rabigire."
'RUHÊ 15'Ê TEBAXÊ RUHÊ HEVGIRTINA HEST Û BAWERIYA JINÊN KURD E'
Rojhilat da xuyakirin ku jinên Kurd xwe nas kirine, bi vî ruhî têdikoşin û wiha dewam kir: "Ruhê 15'ê Tebaxê ruhê hevgirtina hest û baweriya jinên Kurd e. Sîstema kapîtalîst bi rêya îdeolojiya xwe dixwaze hebûna jinên Kurd bitevizîne. Ji jin û civaka Kurd re dibêje, 'eger tu heye, divê tu li gorî min bijî'. Ruhê 15'ê Tebaxê polîtîkayên bi vî rengî yên înkar û tinekirinê pûç kir. 15'ê Tebaxê serhildan geş kir, têkoşîn watedar kir. Jinên kurd, gelê Kurd û gelên bindest kir yek. Qîrîna azadiyê geş kir. Bi ruhê 15'ê Tebaxê têkoîn watedar bû."
'HÊZÊN HPG Û YJA STARÊ BI RUHÊ SALA 1984'AN ŞER DIKIN'
Fermandar Rojhilat destnîşan kir ku berxwedana li Başûrê Kurdistanê jî bi ruhê têkoşînê yê 15'ê Tebaxê tê kirin û got, "Dagirkeriya hikumeta AKP'ê ya faşîst a li Başûrê Kurdistanê û operasyonên dewam dikin, ji bo tinekirina destketiyên gelê Kurd in. Hêzên HPG û YJA Starê li dijî teknîka pêşketî ya AKP'ê ti carî paş ve gav neavêtin. Weke gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Xakurkê, em bi vî ruhî dijîn û tevdigerin. Têkoşîna me her tim dewam kir û wê li dijî hemû êrîşan her bidome. Hêzên HPG û YJA Starê yên li herêma Xakurkê bi ruhê sala 1984'an şer dikin û hebûna xwe diparêzin."
Rojhilat diyar kir ku ew bi giyana fermandar Bêrîtan, Zîlan, Nûda û Viyan bi ruhê têkoşînê yê 15'ê Tebaxa 1984'an têdikoşin û got, "Em ê vî ruhî hîn bêhtir watedar bikin. Em ê xeleka li Îmraliyê ya li dora gelê Kurd û jinan hatiye gerandin ji holê rakin û hebûna xwe di nava vê têkoşînê de hîn watedar bikin."
Rojhilat herî dawî got, "Gelê Kurd gelekî welê ye ku hurmetê nîşanî hebûna xwe dide û dilsozê xaka xwe ye. Weke hêzên YJA Starê em ê hîn bi berpirsyarî rabin hêza xwe bêhtir watedar bikin. Hêza me wê hemû jinên Kurd bixe nava lêgerîna azadiyê. Pêwîste jinên Kurd xwedî li mîrateya xwe ya dîrokî derkevin."