ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Tebaxa 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Tebaxa 2019'an.
- Çalakiyên şermezarkirina desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê wê bên şopandin.
-Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Oluç got dema hilbijartinê wan bihistiye ku Erdogan û Soylu wê qeyûm bînin, bi bîr xist ku hazirî jî piştî hilbijarinê bi rojekê kirine û got, ''Soylu, yê ku dibêje, biryar ''hiqûqî ye'' derewan dike.''
Piştî ku saziya bi ser AKP'ê ve SETA'yê saziyên Kurd û siyasetmedarên ku destekê didine Kurdan deqand, partî, sazî û rêxistinên civaka sivîl ên Danîmarka û Swêd helwest nîşan dan.
-Parlamentera Partiya Karker a Demokratên Sosyal a Swêdê Evîn Incir got, nayê qebûlkirin ku hikûmeta AKP’ê şaredariyên ku hatine hilbijartin ji peywirê bistîne û li şûna wan qeyûm deyne.
-Hevserokên Şaredariya Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci li ser darbeya 19'ê Tebaxê axivîn.
-Hevaşaredarên Geverê ku şaredarî bi 680 milyon lîreyî ji qeyûman dewr girtin, diyar kirin, ev 4 meh in xebatên xwe bi gel re bi hev re dikin û mixabin heta niha, hevşaredar jî di nav de meaş nedne kesî. Hevşaredar Îrfan Sari got, ‘’Ji bo ku hemû sozên me ku me dane em bi cih bînin, em tevgeriyan û heta ku em temam nekin ti niyeta me tine ku em biçin.’’
- Dayikên Şemiyê weke her roja Şemiyê wê îro ji bo xizmên windayan çalakiyê lidar bixe.