ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2021'Ê

Çend ji sernavên rojeva bingehîn a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Operasyona xapandinê ya MÎT û PDK'ê, ku bi navê "PKK, YPG/YPJ, QSD zarokan direvîne" pûç bû.

Berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî, ku li dijî tecrîda li Îmraliyê dikin, di roja 50'î de ye. Di dema berxwedanê de êrişên li ser girtiyan zêde bûn. Çalakiyên ji bo xwedîderketinê jî belav bûn.

Çalakiya nobedê ya li paytexta Elmanya Berlînê wê bê şopandin.

Erdal Acem ê li Rojhilat ji da yik bû, tevlî nava tevgera PKK'ê bû. Gerîlayê HPG'ê Firat Zîlan qala Acem kir ku bi têkoşîn û berxwedana xwe bû mînak ji hevrêyên xwe re. Firat Zîlan got, "Şehîd Erdal şervanek bû ku pêwîstiya têkoşînê bi cih dianî.

Dema ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pênase dikir, çavên xwe bi kelecanê tijî dibû. Gerîla Rojda ku zor û zehmetiya jinbûyînê ya li nava civakê kişand, ji ber vê yekê berê xwe da çiyê.

Ava ku ji madenên komirê yên li çiyayê Cûdî diherike, digihêje Çemê Nerdûşê û bi vî rengî ava vexwarinê gemarî dike.

Li gelek eyaletên Elmanyayê, ji ber kêmasiyên mezin ê li platformên perwerdeya ji dûr ve, perwerde bi têrkerî nayê kirin.