ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2020'AN

Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan AKP weke sazîbûyina 12’ê Îlonê nirxand û got, ‘’Guherîna Komara Duyan a bi darbeya 1980’yî dest pê kirî, bi krîzek giran ku serê salên 2000’î dest pê kirî, ji Komara Yekê qut bû.’’

Ocalan ê HDP’î destnîşan kir ku desthilata AKP’ê bi taybet ji sala 2015’an û vir ve ji bo desthilata xwe li ser lingan bigire li hember Rêberê Gelê Kurd tecrîdeke giran xistiye dewreyê û got: “Ev tecrîd êrîşeke li dijî aştiya gelan e.”

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E a pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ silav kir, got: “Parastina Rêber Apo parastina mirovahiyê ye.”

Serokê Helkefta 78'an a Amedê Ganî Alkan têkilî darbeya 12'ê Îlonê got, ''Ferqa wê rojê ji îro tenê aktor in. Wê rojê kincên bi rengê hakî li xwe kiribûn niha jî kincên sivîl li xwe dikin. Em niha li paş darbeya 12'ê Îlonê ne jî.

HBDH: Dewleta Tirk a faşîst ji bo gelan li dijî hev rabikin, her cûre rêbaz pêş xistine; nakokiyên kûr xistiye nava Elewî-Sunî, Kurd-Tirk, çep-rast; bi xwe bûye rêveberê şerê mezhebî, qetlîam û êrîşan.

Wê weke her hefte vê hefteyê jî çalakiyên xizmê winda û Dayikên Şemiyê bê şopandin.