Rojeke Nasir Yagiz a grevê

Nasir Yagiz ê ku Hewlêrê li dijî tecîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 107 roj in di grevê de ye, tevî giranî û bêtaqetiyê jî bi moral û biryar e.

Greva birçîbûnê ya endamê Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê Nasir Yagiz, di roja 107’an de tevî hemû astengiyên tenduristiyê jî bi çalakiya xwe bawer e û çavê wî ji hêviya serketinê diçirisin.

Yagiz ê ku ji 20’ê Mijdara 2018’an ve li dijî tecrîda li ser Ocalan di grevê de ye, roj bi roj bedena wî dihele û pirsgirêkên cidî yên tenduristî ku rê li ber xeteriyên jiyanê vekin, lê peyda bûne.

Nasir Yagiz piştî berxwedana Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, wî jî li nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê deng da dengê Leyalayê û ji wê rojê heta niha li ber xwe dide.

HER ROJ BEDENA WÎ DIHELE

Îro grev 106 roj li pey xwe hişt û kete roja 107’an. Ev 107 roj in ciwanek li ber çavê cîhanê û saziyên qaşo mafê mirovan diparêzin û xwe pê bi nav dikin, roj bi roj bedena wî dihele, ku tenê ji bo şikandin û azadiya Ocalan têdikoşe.

NIKARE RABE SER XWE

Nasir Yagiz, ku roj bi roj bedena wî dihele, tevî pirsgirêkên wî yên tenduristî yên mîna serêşî, pirsgirêka mîde, vereşandin û dîsa hestiyariya wî ya li ber ronahî û axaftinê jî pir li pêş e. Nasir, bê taqet maye, heta nîvro jî nikare rabe û heta nikare lingê xwe bikişîne ber xwe. Ji ber van pirsgirêkên lê giran dibe, wisa bûye ku di nava rojekê de bi qasî çend saetan dikare rakeve. Ev jî giranbûna rewşa wî radixe ber çavan.

HÊZÊ DIDIN HEV Û JI HEV DIGIRIN

Yagiz sibehê zû şiyar dibe lê ji ber ku lingê wî nikare bedena wî ya bûye ra û hestî hilgire û ne bi alîakariya hinan be nikare rabe ser xwe jî. Dema ku Yagiz hinek bi ser xwe ve tê, hewl dide xwe bigihîne hemû hevrêyên xwe yên di grevê de ne. Em jî vê dibînin berxwedên grevê li ser hev direerin.

Dema ku Nasir Yagiz bi berxwedêra greva birçîbûnê ya Strasboûrgê Gulistan Îke re bi dîmen bi hev re axivîn û pirsa hev kirin, em bûne şahîdê vê hevdilsoziya berxwedêran. Ew kêliyên ku me şahidî lê kirî, her çendî çend deqe bin jî dibin mîna salan..Di wan kêliyan de te çi bivê hebû; ji hêviyan bigire, heta bawerî, azwerî û coşa wan a serketinê li ser biriqîna çav û rûyên wan xwe dida der. Di wan kêliyan de coşa wan a hêviya serketinê û kena wan a moraldayînê dikir ku bihar kirasê hêvî û serketinê li xwe bike...

PEYAMÊN SERKETINÊ DIDIN KESÊN KU TÊN SERDANÊ

Serdanên welatî û saziyan a ji bo çalakiya grevê jî bê navber didomin. Her wiha Nasir heta jê were dixwaze kesên tên serdanê pêşwazî bike. Dema kes tên serdanê, bi alîkariya hevrêyên xwe tê wan dibîne û hewl dide tevî giraniya rewşa xwe jî li halê wan bipirse û hêviyên serketinê bi wan re parve bike. Di dema serdanê de tim dixwaze bi wan re gotobêj bike û bi rêya wan armanc û xurtkirina çalakiyê ji bo her kesê ragihîne.

JI BO BIJÎN DI NAVA ÇALAKIYÊ DE YE

Nasir, di axaftinên xwe de balê dikişîne ser rewşa berxwedêrên greva birçîbûnê, nexasim jî berxwedana Leyla Guven, girtiyên zindanan, Strasboûrg û berxwedêrên din ên di grevê de û diyar dike ku divê çalakî bê mezinkirin û ji her alî ve asta xwedîderketina Kurdistaniyan zêde bibe. Yagiz tîne ziman ku ew ji bo xwe tiştekî naxwaz in, daxwaza wan daxwazeke giştî û civakî ye. Ji bo vê ye divê tavilê sazî û dezgehên peywendîdar dawî li tecrîdkirina Ocalan bînin. Her wiha ew ne ji bo mirinê, ji bo jiyanê di çalakiyê de ne. Çalakiya wan çalakiya jiyanê ye, ne ya mirinê ye. Ew ê heta dawî ji bo aramancên xwe li ber xwe bibin. Nasir diyar dike hêviyên wan mezin in, baweriya wan a serketinê ji her demê xurtir e.

BI MORAL Û COŞ E

Dîsa yek ji xala herî başkêş ku me xwest dawî bînin ziman ew e ku tevî ewqas rewşa giran jî moral û coşa Nasir Yagiz e. Di rewşeke wiha de coşa wan hêviyê dide derdorê jî. Ew bi xwe jî tîne ziman ku moralê wan û biryardariya wan a ji bo şikandina tecrîdê dihêle ku heta niha li ber xwe didin. Mirov tenê kêliyekê jî Yagiz bê moral û coş nabîne.