Rojbûna Ocalan li Amarayê hate pîrozkirin
Ligel hemû astengiyan 68’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan li mala ku lê hatibû dinyayê, hate pîrozkirin. Bi hezaran kesên ku dixwazin biçin gund, ji aliyê hêzên dewletê ve tên astengkirin.
Ligel hemû astengiyan 68’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan li mala ku lê hatibû dinyayê, hate pîrozkirin. Bi hezaran kesên ku dixwazin biçin gund, ji aliyê hêzên dewletê ve tên astengkirin.
Ji bo rojbûna 68’emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan bi pêşengiya KCD, TJA, HDP Û DBP’ê li gundê Amarayê yê bi ser Xelfetiyê pîrozbahî hate lidarxistin. Pîrozbahiyên her sal tên kirin, îro jî ligel qedexe û astengkirinan, hate kirin. Beriya çend rojan gel hat Amara û Xelfetiyê, ji duh êvarî ve rojnamevan jî tê de, her kes bi talîmata Wezareta Karê Hundir ji gund hatin derxistin. Lê dîsa jî bi hezaran kes ji bo werin Amarayê li ser rê ne. Ketin û derketina li Xelfetiyê jî hatiye girtin. Gelê Kurd ê ku rojbûna Ocalan wekî rojbûna xwe dibîne, li bendê ne ku têkevin navçeya ku di binê ablûqayê de ye. Kesên ku hemû bajarên Kurdistanê, ji Riha, Dîlok û navçeyên wê dixwazin biçin Xelfetiyê, li pêşiya navçeyê tên sekinandin.
LI GUNDÊ KU LÊ HATIYE DINYAYÊ, PÎROZBAHÎ HATE LIDARXISTIN
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Parlementera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, TJA, çalakgerên Înîsîyatîfa Hevgirtina bi Zindanan re û dayîka Mehmet Yavûzel ê ku li Cizîrê hate qetil kirin Hanim Yavûzel, diya Rohat Aktaş Melîha Aktaş jî tê de û gelek kesên ji Riha û Dîlokê pîrozbahî li dar xistin.
Birayê Abdûllah Ocalan, Mehmet Ocalan spasiyên xwe pêşkêşî kesan kir ên ku ligel astengî û qedexekirinan hatine gund.
‘JIDAYÎKBÛNA OCALAN JIDAYÎKBÛNA GELÊ KURD E’
Bi wesîleya rojbûnê, şîranî li gel hate belav kirin û li ser girîngiya rojê Leyla Guven axivî. Guvenê diyar kir ku, me ligel hemû qedexe û astengiyan rojbûna Abdûllah Ocalan pîroz kir, jidayîkbûna Abdûllah Ocalan, jidayîkbûna gelê Kurd e.
Leşkeran dora xaniyê ku Abdûllah Ocalan lê hatibû dinyayê girtin û nehiştin ku axaftinên din werin kirin. Kesên ji derveyî Amarayê jî, nasnameya wan hate kontrol kirin.
GEL HÊ JÎ LI BENDÊ YE
Ji xeynî vê ParlAmenterên HDP’ê Feleknas Ûca, Sîbel Yigitalp, Leyla Bîrlîk, Saadet Becerîklî, Îbrahîm Ayhan, rêveberên bajêr û navçeyan ên DBP’ê û HDP’ê li pêşiya Rêxistina Navçeyê ya Xelfetiyê ya DBP’ê sekinîne. Ketin û derketina navçeyê hatiye girtin û polîsan nehiştin ku rojnamevan weşanê bikin.