Roja ku adalet hat, wê roja dayikan pîroz bike!

Malbata Şenyaşar ku nobeta adaletê didomîne, got, ''Îro roja dayikan e..Lê du kurên wê li nexweşxanê hatin qetilkirin. Roja ku adalet were wê roja dayikan pîroz bike.''

Nobeta adaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ev 62 roj in didome. Ji ber qedexeya derketina derve malbat ji 30'ê Nîsanê û wir ve çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê didomîne.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal par ve kir Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz û wekîlên HDP'ê duh ji bo Roja Dayikan serdana Emîne Şenyaşar kirine.

Di parvekirinê de hate gotin: ''Îro roja dayikan e..Lê du zarokên wê li nexweşxanê hatin qetilkirin. Yek jê ji ber zexta siyasî ya darazê 37 sal û 9 mehan ceza stand. Di hicreya yek kesî de. Roja ku dadmendî hatî, wê roja dayikan pîroz bike. Roja hemû dayikan pîroz be.''