'Roj roja afirandina paşeroja azad e'

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Rotînda Engîn destnîşan kir, ku wê ji her demê bêhtir bi rola pêşengiyê ya dîrokî rabin û got, "Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya xwe di demeke gelekî nêz de pêk bînin."

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Rotînda Engîn, projeyên Ocalan ên ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn, bicihhatina van projeyan û çalakiyên ji bo azadiya Ocalan ji ANF'ê re nirxand.

Engîn destnîşan kir, ku berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berxwedana gelê Kurd e, berxwedana gelên Rojhilata Navîn e û got, "Em gelek in ku bi vîna Rêber Apo re nasnameya xwe û lêgerîna li jiyaneke azad a li ser axa xwe bi dest xistine. Rastiyeke me ya Rêbertiyê heye, ku me gel û jinên Kurd gihandiye dîroka me, nirxên me yên civakî û çanda me ya berxwedanê. Em bi nêrînên Rêber Apo dil û mejiyê xwe azad dikin. Rêber Apo destnîşan kiriye, ku ev roj û pêvajoya dîrokî gelekî girîng e, ku nabe di nava demagojiyên çareseriyê, 'danûstandinên aştiyê' yên dewletên netewe yên faşîst de bê hiştin. Serdemeke welê ye ku bi vîn û hêza gelên Rojhilata Navîn sîstemeke nû ya jiyana azad dikare bê afirandin û parastin. Roj ew roj e, ku li ser xeta berxwedanê ya Rêber Apo paşeroja azad bê afirandin. Em hevrêyên Rêber Apo, li dijî hêzên ku bihar li me kirin zivistan, divê em bi berxwedana xwe ya destanî û pêngavên xwe yên pratîkî nîşanî her kesî bidin ku êdî bihara gelan hatiye."

Engîn destnîşan kir, ku ew hevrêyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, divê hê bêhtir xwedî li berxwedana dîrokî ya Ocalan derkevin û vê berxwedanê bi ser bixînin.

XETA 3. CEWHERA RASTIYA BERXWEDAN Û JIYANÊ YE

Engîn diyar kir, Ocalan rêberek e hişê civakî dîrokî yê vê xaka qedîm, daneheviya wê ya çandî, nirxên wê, lêgerînên li jiyana azad û mîrateya wê ya berxwedana destanî têgihiştiye û li dijî her du xetên desthilatdariyê yên li Rojhilata Navîn bal kişand ser xeta sêyemîn a ku nirxên civakî yên Rojhilata Navîn gihandiye hev û sîstema jiyaneke nû afirandiye.

Engîn anî ziman, xeta sêyemîn, xeta neteweya demokratîk e û got, "Ruh, nêrîn û felsefeya serdema modernîteya demokratîk, neteweya demokratîk e. Ev yek bi pêşengiya gelê Kurd veguheriye sîstema xweseriya demokratîk a ji bo gelên Rojhilata Navîn û xeta sêyemîn ketiye meriyetê."

Rotînda Engîn da zanîn, ku nirxên demokratîk ên li Kurdistanê ji nû ve şûn bûne, bûye hêvî ku sîstemeke nû ya cîhanê ji bo gelan pêkan e.

ŞOREŞA NETEWEYA DEMOKRATÎK LI ROJAVA Û ŞENGALÊ ŞÎN BÛYE

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Engîn destnîşan kir, ku şoreşa neteweya demokratîk îro li Rojavayê Kurdistanê û Şengalê şîn bûye, roj bi roj bêhtir bi pêş dikeve û wiha dewam kir: "Li Başûrê Kurdistanê jî hesreta bidestxistina dewletekê ya Kurdan heye. Rêber Apo di parêznameya xwe ya 5. de dibêje, li Kurdistanê weke sîstemeke du alî, pêvajoyeke xwe dispêre lihevikrina li ser pîvanên bingehîn ên neteweya demokratîk û netewe dewletê dikare bê afirandin. Ji bo gelê Kurd bi vîn û têkoşîna xwe li Rojhilata Navîn bibe xwedî statu, pêkhatina yekîtiya neteweyî gelekî girîng e. Eger gelê Kurd dixwaze hebûna xwe bidomîne, bi vîna xwe sîstema xwe ya jiyanê bafirîne û di nava her şert û mercî de biparêze, pêwîste li ser bingeha yekîtiya neteweyî têbikoşe. Em gelê Kurd karibin çiqasî bibin yek, ji aliyê stratejîk û mayinde ve em ê di vê pêvajoyê de bi ser bikevin."

TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA JINÊ, TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA GELAN E

Di dewama axaftina xwe de Engîn bal kişand ser girîngiya têkoşîna azadiya jinê û got, "Têkoşîna azadiya jinê, ku bi pêşengiya PAJK û KJK'ê tê meşandin, îro li Rojhilata Navîn şoreşa jinê pêk aniye. Têkoşîna azadiyê ku YPJ li Rojava, li Sûriyeyê dimeşîne, ji aliyê tevahiya cîhanê ve bi baldarî tê şopandin û ji bo hemû jinan, hemû gelên xwedî hêviya azadiyê, bûye çavkaniya îlhamê û hinceta têkoşînê. PAJK, ku partiya pêşeng a sîstema KJK'ê ye, ji bo hişmendiya neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn bi cih bibe û bi KJK'ê re sîstema konfederal a jinê bê avakirin, bi xurtî têdikoşe. Li Rojhilata Navîn her ku jin azad dibe û di nava her şert û mercî de azadiya xwe diparêze, dibe temînata şoreşa Rojhilata Navîn û sîstemeke nû ya cîhanê dafirîne."

Engîn destnîşan kir, ku têkoşîna azadiya jinê ji vî alî ve di heman demê de têkoşîna azadiya gelan e.

EM ÇALAKIYÊN JI BO AZADIYA RÊBER APO TÊN KIRIN, SILAV DIKIN

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Rotînda Engîn çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin bibîr xist û got, "Beriya her tiştî em çalakiya li Strasboûrgê ya bi pêşengiya gelê me yê li Ewropayê tê lidarxistin, silav dikin. Dewamkirina çalakiyên ji bo azadiya Rêbertî li hemû parçeyên Kurdistanê û Ewropayê girîng e. Lê belê divê çalakiyên ji niha û pê ve hê dewlemend û girseyî bin."

Engîn diyar kir, ku bi rêya çalakiyên xwe divê ew wateya azadiya Ocalan bi saziyên demokratîk ên Ewropayê, rêxistinên civakî yên sivîl, nivîskar-akademîsyen, zanyar, esnaf-karker, jin-ciwan û hemû gelên Ewropayê bidin fêhmkirin.

Engîn destnîşan kir, ku ya herî girîng jî divê gelê Kurd zanibe çalakiyên ji bo azadiya Ocalan bi qasî nan û avê pêwîst in, li ser vê bingehê xwedî lê derkevin û tevlî van çalakiyan bibin.

Engîn da zanîn, ku bi taybetî ciwanên Kurd ên welatparêz pêwîste bi rêbazên afirîner, heta azadiya Rêberê xwe bê navber çalakiyan lidar bixin û got, "Mîna ku hevrê Çiyager got, bi têkoşîneke bêhempa em dikarin azadiya Rêbertî pêk bînin û bi Rêber Apo re jiyana azad ava bikin. Li ser vê bingehê em careke din çalakiyên gelê Kurd û dostan ên ji bo azadiya Rêbertî silav dikin."

AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO Û AZADIYA ME WÊ DI DEMEKE NÊZ DE PÊK WERE

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Rotînda Engîn destnîşan kir, ku tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, azadiya jin û gelê Kurd e û got, "Rêber Apo vîna gelê Kurd e. Gelekî ku vîna xwe tine be, ti carî azad nabe. Lewma divê em azadiya Rêber Apo bikin navenda hemû karên xwe yên şoreşê."

Di dawiya axaftina xwe de Engîn destnîşan kir, ku wê ji her demê bêhtir bi rola pêşengiyê ya dîrokî rabin û got, "Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya xwe di demeke gelekî nêz de pêk bînin."