Tevî gefên binçavkirin û girtinê jî malbatên Roboskî li ser gorên zarokên xwe kom bûn. Feryadên dayikên ku ji roja Qetlîamê ve cilên reş ji xwe nekirine, li goristanê jî kêm nebû. Malbatan ku êşa qetlîamê hê ji kûr ve hîs dikin, qêr kirin ku 50 sal jî derbas bibe wê ji bîr nekin.
Malbatan tevahî astengî derbas kirin û çûn Goristana Roboskiyê. Di bîranînê de Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim, Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, Parlamenterên Amedê Îmam Taşçier û Altan Tan, Hevşaredarên Qilebanê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Partiya HDP’ê ya Şirnexê amade bûn.
Aycan Îrmez peyama Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê Ferhat Encu yê li Girtîgeha Kandirayê girtî xwend.
Di bîranînê de Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim axivî û got; “Ti carî em ne li pey ti kînekê ne. Em li şûna 34 birayên xwe daxwaza xwîna hinên din nakin. Tiştekî tenê dixwazin; tenê edalet.”
‘QETLÎAMKER DIYAR IN’
Yildirim bi bîr xist ku qetlîamkerên Roboskiyê ev 5 sal in rûyê darazê nedîtine û destnîşan kir ku kujer diyar in. Yildirim wiha pê de çû; “Eger ku daxwaza dermankirina birîna civakî ya 100 salan hebe, divê destpêkê failên Qetlîama Roboskiyê bên eşkerekirin. Dilê dayikên me şewitîn, em naxwazin dilê ti dayikên din jî bişewitin. Em li dijî çek û tundiyê ne. Em dixwazin Velî û hevalên me yên din ên hatin binçavkirin bên berdan. Em daxwaz dikin ku di serî de qetlîama Roboskiyê bê ronîkirin, rêya aştiyê bê vekirin.”
DAYIK ENCU: BILA BÊN CEZAKIRIN
Dayika Serhat Encu yê di qetlîamê de jiyana xwe ji dest da û Parlamenterê HDP’ê Ferhat Encu yê girtî, Halîme Encu, jî di axaftina xwe de xwest ku qetlîamker demildest bên cezakirin. Dayik Encu destnîşan kir ku ji ber failên Roboskiyê nayên ronîkirin, qetlîamên nû pêk tên.
Domahiya bîranînê de leşkerên Tirk bi Pêgerên Hewayî yên Bêmirov dîmen girtin.