Rêzesemînerên RJAK’ê yên 25’ê Mijdarê didomin

Rêzesemînerên bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Şîdeta li Ser Jinê ku ji aliyê RJAK’ê ve hatiye destpêkirin didomin. Îro li çend dibistanên Kerkûkê semîner hat dayin.

Bi boneya 25’ê Mijdarê Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) li bajarê Kerkûkê li çend dibstanên keç û xortan di çarçoveya hişyarkirina civakê, têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê û nasandina vê rojê semîner pêşkêş kir.

Semînar li dibistanên amadeyî ya keçan yên Mînaxan, Şirîn, Qendîl, 11’ê Adar û Çarçira û dibistanên amadeyî yê xortan ên Gizîng û Qazî Mihemed hatin dayîn.

Di semînaran de behsa zilma ku li jinan hatî kirin û kiriye ku jin şoreşê bikin û azadiya xwe bidest bixin, her wiha çawatiya derketina vê rojê hat kirin. Têkildarê cûreyên şîdetan û têkoşîna li dijî şîdetê û çareserkirina wê jî nîqaş hatin kirin.