Rêya Reqayê tê paqijkirin: Bajarokê Kerame hat rizgarkirin
Şervanên Pêngava Xezeba Firatê, bajarokê Kerame ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Şervanên ku gav bi gav xwe nêzî Reqayê dikin, bi biryar in ku bajêr ji DAIŞ'e rizgar bikin.
Şervanên Pêngava Xezeba Firatê, bajarokê Kerame ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Şervanên ku gav bi gav xwe nêzî Reqayê dikin, bi biryar in ku bajêr ji DAIŞ'e rizgar bikin.
Di qonaxa 3. a Pêngava Xezeba Firatê de operasyonên dorgirtina li Reqayê didomin. Şervanên Odeya Çalakiyê ku herî dawî berê xwe dan bajarokê Kerame, ev herêm ji DAIŞ'ê paqij kirin.
Li bajarokê Kerameyê, ku li aliyê rojhilat ê Reqayê ye, di şerê duh de wesayîteke bombebarkirî ya DAIŞ'ê hat rûxandin. Gelek katyûşa û hawanên çeteyan jî bi dest ketin.
'NIKARIN LI BER YPG'Ê BISEKININ'
Şervanên ku tevlî pêngavê bûne, ji ajansa me re axivîn...
Şervanên bi navê Şoreş, Mêrxas 3u Hogir gotin, "Em ketin nava Kerame, me rizgar kir. Em ê bi pêş ve biçin û Reqayê, bajarê herî mezin ê Sûriyeyê ji DAIŞ'ê rizgar bikin. Ti hêz nikare li ber hêza YPG'ê bisekine."
Şervan di heman demê de şêniyên herêmê bi rengekî ewle derbasî qadên ewle dikin.
Şervan dibêjin, sivîl bi hesasiyeteke mezin ji malên xwe derdikevin û ew jî wan dibin herêmên ewle.
Jin û mêrekî extiyar gotin, bi ti awayî zerar li wan nebûye, balafirên koalîsyonê jî tenê li hedefên DAIŞ'ê xistine.