Dîlek Ocalan: Rêya çareseriyê Ocalan e

Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan diyar kir ku bi salan e li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd tê meşandin, her roj hêrsa gelê Kurd li hemberî tecrîdê zêde dibe û got, ‘Rêya çareseriyê Ocalan e.’

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha nikarin biçin Îmraliyê. Heyeta Îmraliyê jî ji 5'ê Nîsana 2015’an û vir ve nikarin biçin Îmraliyê. Malbata Ocalan jî ji 11'ê Îlona 2016’an û vir ve nikarin bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Heyeta Komîteya Astengkirina Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî 8 meh berê çû Îmraliyê û vegeriya. Lê heta niha der barê ziyareta xwe de rapor aşkere nekiriye. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan ku di heman demê de xwarziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî.

‘TECRÎD HATIYE PÛÇKIRIN’

Ocalan da zanîn ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye pûçkirin û wiha axivî: “Di şexsê Ocalan de ev 18 sal in tecrîd li ser gelê Kurd û hemû gelên bindest ên Rojhilata Navîn tê ferzkirin. Dema tecrîd giran dibe şer jî giran dibe û alozî belav dibe. Her wiha siyaseta Tirkiyeyê dixitime û riyên siyasetê tên girtin. Siyaseta Rojhilata Navîn bi Ocalan ve girêdayî ye, dema tecrîd radibe hemû riyên siyasetê geş dibe û Rojhilata Navîn vediguhere aramiyê. Çavên tevahiya gelên Rojhilata Navîn li ser gotinên Birêz Ocalan e.”

‘RIYA AŞTÎ Û ARAMIYÊ OCALAN E’

Ocalan anî ziman piştî sala 2015’an hemû rêyên hevdîtinê hatin birîn, li welat şer kûr bû û zimanê şer kete dewrê. Ocalan destnîşan kir ku xwestin hemû pirsgirêkan bi şer çareser bikin û wiha pê de çû: “Pirsgirêka Kurd veguheriya pirsgirêka cîhanê. Bila dewlet xwe nexapîne, ev pirsgirêk bi şer nayê çareser kirin. Doza Kurdan di Rojhilata Navîn de xeteke sor e, çiqas israra şer bidome jî wê ti aramî û aştî pêk neyê. Li Rojhilata Navîn pêwîstî bi paradîgmayek nû û kesek bikare pêşniyarên çareseriyê bike heye. Her kes jî dizane ev kes û xwediyê vê paradîgmaya nû jî Birêz Ocalan e. Birêz Ocalan bi gotin û pêşniyarên xwe yên çareseriyê ev bi awayek zelal raxistiye ber çavan. Mînaka, 2013-2014’an heye, her kes dizane dilê mirovan neşewitî û aramiyek kete nava Tirkiyeyê.”

‘HÊRSA GEL ZÊDE DIBE’

Ocalan di berdewama axaftina xwe de got, piştî Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan got, ‘ti pêvajo nîne’ û lingê xwe li maseyê çareseriyê da û vir de, Tirkiye ber bi kaosê ve çû. Ocalan wiha dirêjî da axaftinên xwe: “AKP dixwaze di bin sêwana Rewşa Awarte de Tirkiyeyê li gorî xwe dîzayn bike û siyaseta Tirkiyeyê têxe destê xwe. Bila rayedar û hikûmet baş bizane, çiqas tecrîd li ser Birêz Ocalan bidome û ewqas jî pêvajo birîndar dibe û giran dimeşe. Bi tecrîdê her ku diçe hêrsa gel jî zêde dibe û hemû riyên siyasete jî hatine xitimandin. Gelê Kurd bi guman e û her ku diçe guman jî zêde dibin. Divê gel ji Birêz Ocalan agahiyan bigire û der barê tendirustiya wî de agahiyan bistîne.”

‘BI TECRÎDÊ JIN TÊN CEZAKIRIN’

Ocalan destnîşan kir ku çiqas tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidome, qirkirina li ser jinê jî zêde dibe û wiha axaftina xwe domand: “Bi tecrîda li ser Birêz Ocalan hemû jin têne cezakirin. Dema ku tecrîd kûr dibe, êrîşên li ser jinê jî zêde dibe. Dîsa di kesayeta Birêz Ocalan de tundiyeke mezin li ser jinên Kurd tê meşandin.”

‘CPT HEVKARIYA SÛÇ DIKE’

Ocalan got ku tecrîda li ser Birêz Ocalan tê meşandin derhiqûqî û derqanûnî ye û ne di hiqûqa netewî ne jî di ya navnetewî de cihê wê tine ye. Ocalan bertek nîşanî helwesta CPT’ê da û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Bê hiqûqî û edalet li Îmraliyê di asta herî jor de ye, berpirsyarê vî tiştî yê yekemîn jî CPT ye. Divê heyeta CPT demildest biçe Îmraliyê û hevdîtinê pêk bîne, li Îmraliyê çi diqewime û der barê tendirustiya Ocalan de agahiyan bi raya giştî re parve bike. Gelê Kurd bi guman e û em bi guman in, ji ber ku ji beriya demekê der barê Birêz Ocalan de hinek agahî hatin belavkirin. Divê ev were zelal kirin û demildest CPT biçe Îmraliyê. CPT bi bêdengiya xwe sûç dike û dibe hevkarê sûç. Divê CPT hevpeyman û zagonên xwe li ber çavan re derbas bike û li gorî avabûna xwe tevbigere.”