Rexnekirina Erdogan û destûra bingehîn a 12'ê Îlonê sûc tê dîtin

Derket holê, rexneyên ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di referandûma beriya 7 salan de li Erdîşê li Serokwezîrê wê demê Erdogan û destûra bingehîn a 12'ê Îlonê kir, di gilînameyê de weke sûc hatiye nîşandan.

Gilînameya li ser axaftina Demîrtaş a li Erdîşê di 1'ê Tebaxa 2010'an de têkildarî referandûmê kir, derket holê ku rewşeke sosret e. Serdozgerê Komarê yê Erdîşê Îsmaîl Mermercî, bi îdîayên "Ji bo sûc bike gel teşwîq kiriye" û "di nava gel de rê li ber kîn û dijminatiyê vekiriye" gilîname li dijî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş amade kir. Balkêş e di vê gilînameyê de, rexneyên Demîrtaş ên li dijî Erdogan û axaftina wî ya li ser biryara 'boykotê' ya gel, weke sûc hatine nîşandan. Ev gilînameya ji aliyê 1. Dadgeha Cezayê Giran a Erdîşê ve hate qebûlkirin, piştî rakirina mafê destnedanê yê parlameteran, yanî di 1'ê Îlona 2016'an de hat qebûlkirin.

Di gilînameyê de tenê çend gotin ji axaftina Demîrtaş cih digire. Rexneyên ji aliyê Demîrtaş ve hatine kirin weke sûc hatine nîşandan. Gotinên Demîrtaş ên weke sûc hatine nîşandan ev in: "3 kesên ku mejiyê wan dişibin hev; Erdogan, Kiliçdaroglû û Bahçelî bi hev re daxivin bê bi çi rengî dikarin emrê destûra bingehîn a darbeya 12'ê Îlonê dirêj bikin. Ev destûra bingehîn ne ya gel e. Destûra bingehîn a faşîst e ku gel înkar dike. Tayyîp weke şoreşgerekî mezin derdikeve holê, lê futbolvaniya wî çawa be, şoreşgeriya wî jî ewqas e. Li ser axa Kurdan zilm li Kurdan hat kirin. Wê neçe ser sindoqê û vê boykot bike. Neviyên Zîlan wê her tim hesabê Zîlan bipirsin."

Di gilînameyê de hat ragihandin, piştî vê axaftina Demîrtaş, girseya gel dirûşma "Bijî Serok Apo" qîriya ye û ev yek gefê li ewlekariya cemaweriyê dixe. Serdozger îdîa kir, ku ev rewş jî sûcê 'sorkirina gel li kîn û dijminatiyê ye'.

Demîrtaş jî di rûniştina vê dozê de bi rêya SEGBÎS'ê parastina xwe kir û xwest, dozgerê ev gilîname amade kiriye bê lêkolînkirin, ji ber ku li dijî wî sûc hatiye kirin.