Rêxistinên tendirustiyê: Rewşa girtiyan krîtîk e!

Rêxistinên tendirustiyê û kedkarên tendirustiyê yên li Mêrdînê diyar kirin ku rewşa Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê de ne hatiye asta krîtîk. Rêxistinên tendirustiyê diyar kirin ku divê daxwazên wan were qebûlkirin.

Odeya Tabîban a Mêrdînê, (MTO), Şaxa SES'ê ya Mêrdînê, Odeya Hekîmên Diranan a Mêrdînê (MDHO) û Platforma Şaxan a KESK'ê, bi armanca balê bikişinin ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtigehan, li avahiya Platforma Şaşan a KESK'ê daxuyaniyeke hevpar dan. Nûnerên rêxistinên tenduristiyê xwestin ji bo rewşa girtiyên ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirine, heyetek bijîşkan a serbixwe biçin girtîgehan û lekolînê bikin. Xebatkarên tenduristiyê anîn ziman ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 56 roj, Kadîr Karabak û Esat Nacî li Girtîgeha Tîpa F a Wanê 108 roj in di grevê de ne û rewşa Kadîr Karabak û Esat Naci Yildırım her ku diçe giran dibe. Nûnerên tenduristiyê û kedkarên cemaweriyê yên girêdayî Platforma Şaxan a KESK'ê li salone amade bûn.

Rêveberê MTO’yê Tûncay Gokçen daxuyanî xwend û diyar kir ku gelek girtî di çalakiya grevê de ne û her hefte komên nû li çalakiyan zêde dibin. Gokçen, got ku “Çalakî li hemû girtîgehan belav dibe, li hin cihan hatiye sînorê mirinê. Ji bo lêkolîna rewşa girtiyan, divê heyetên serbixwe yên hekîman biçin girtîgehan. Di salên 1996 û 2000’an de jî çalakiyên greva birçîbûnê pêk hatin. Divê ew jî li ber çavan bê girtin û di bin çavdêriya Odeya Tabîban de heyetek serbixwe ya hekîman biçin girtiyan ziyaret bikin.”

Gokçen, xwest ku Wezareta Dadê bi lez daxwazên girtiyan li ber çavan bigire û li gorî daxwazên wan gavan biavêje. Gokçen got ku “Ji bo Wezareta Dadê rê li pêş mirinan bigire divê li gorî daxwazên girtiyan tev bigere. Ji bo heyetek tabîban a serbixwe biçe girtigehan em dixwazin Wezareta Dadê destûrê bide û em lêkolînê bikin."