Rewşenbîrên Kerkûkê piştgirî dan xwepêşandanên Başûrê Kurdistanê

Çalakvanên Kerkûkê: “Desthilat xwepêşanderan weke destwerdana ji derve tawanbar dike, di demeke wisa de ye ku desthilatê Başûrê Kurdistanê bi xwe ji bo biyaniyan dixebite.”

Îro li parka Qelayê Şar a bajarê Kerkûkê çalakvan, rewşenbîr, mamosteyên olî, parêzer û çendîn kesayetiyên din ên bajêr kom bûn û piştgriya xwe ya ji bo daxwazên rewa yên xwepêşanderan diyar kirin. Her wiha tundûtîjiya hêzên ewlekariyê yên desthilatdarên Herêma Kurdistanê ya li hemberî xwepêşanderan pêk tînin şermezar kirin.

Rewşenbîr û çalakvanên Kerkûkê di çalakiya xwe ya kombûnê de bi dirûşmeya ‘hilweşe diz û hevparê diz’ ji gelê Başûrê Kurdistanê xwestin ku heya gendelî neqede li dijî desthilatdaran raperîna xwe bidomînin. Her wiha ji hêzên çekdar ên Herêma Kurdistanê jî xwestin ku êdî ji bo parastina ‘Wê desthilata gendel’ ya Herêma Kurdistanê xwîna zarokekî din ên gelê xwe nerijînin.

Li ser navê çalakvan û rewşenbîran Mihemed Celîl daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hatibû gotin: “Ji hemûyan re eşkere ye ku niha Herêma Kurdistanê ji aliyê siyasî û aborî ve ji şert û mercekî dijwar re derbas dibe, mamoste, karmend û hemû çîn daketine kolanê û daxwaza mûçe û nanê xwe yê rojane dikin, lê mixabin kes guh nade wan. Li şûna ku desthilat daxwaza wan pêk bîne, bi fîşek, guleyên plastîk û bombeyên gazê bersiva wan dide û wan destgîr dike.”

Celîl her wiha di dewama daxuyaniyê de diyar kir: “Em li wir radigihînin ku wek rewşenbîr, çalakvan, mamosteyên olî û hemû çînên bajarê Kerkûkê piştgirî û piştevaniya hemû mafên we yên rewa dikîn, di wê baweriyê de ne ku xwepêşandanên sivîl mafê hemû welatiyan e û pêwîst e desthilat jê re rêzê bigire û kerameta wan biparêze. Di heman demê de em li dijî bi karanîna tundûtîjî û şewitandina dezgehên hukumetî ne. Ferq nake ku ji kîjan alî ve were.”

Mihemed Celîl li ser navê hemû amadevanên kombûnê çend daxwaz pêşkêşî desthilata Herêma Kurdistanê kir ku bi vî rengî ne:

1. Em hêvîdar in ku êdî xwîna zarokên gelê bi destê desthilatdaran û hêzên ewlekariya me ve neyê rijandin.

2.  Pêwîst e Hikumeta Herêma Kurdistanê li şûna bikaranîna hêzê, ji bo ku daxwazên me bi giştî û bi taybetî yên ciwanên me pêk bînin.

3.  Ji bo refah û başkirina rewşa jiyanî ya welatiyan hewl bên dayîn da ku Hukumeta Herêmê ji wê zêdetir bi krîzê re rû bi rû nemîne.

Di dawiyê de em ji xizmên kesên ku di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest danî re sersaxî dixwazin û hêviya xwe ya ji bo zû başbûna yên di xwepêşandanê de birîndar bibûn tînin ziman û pêwîst e di demekî kurt de yên hatine girtin jî serbest bên berdan.”

Çalakvaneke sivîl jî got “Li Başûrê Kurdistanê hişmendiyek heye ku ji hişmendiya partî pir mezintir e û ew jî hişmendiya eşîr e. Partî bi hişmendiya eşîrî û şîrketên xwe ve bi rê ve dibin.”