Rewşenbîrên Hewlêrê: Bi tecrîdkirina Ocalan Kurd jî tên tecrîdkirin

Rewşenbîrên Hewlêrê bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin: “Bi tecrîdkirina Rêber Ocalan gelê Kurd tê tecrîdkirin.

Rewşenbîrên Hewlêr ên Başûrê Kurdistanê li ser tecrîd û çalakiyên greva birçîbûnê ya di serî de hevseroka KCD’ê û Parlemetera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven helwestên xwe anîn ziman.

‘YEKÎTÎ BERSIV HER CÛRE ÊRÎŞÊ YE’

Mamostayê Zanîngeha Kiştûkal Dr. Qasim Merzanî bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û diyar kir ku bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewl didin gel û Ocalan ji hev qût bikin.”

Merzanî da xuykirin ku divê piştgiriya çalakiyên grevên birçîbûnê bên kirin û wiha pêde çû: “Divê piştgiriyek hê xurtir bê kirin ku tecrîd bê şikandin. Her wiha divê zextê li sazî û dezgehên navneteweyî bê kirin ku ew zextê li dewleta Tirk bikin ku dawî li tecrîdê bînin. Bi tecrîdê dewleta Tirk rê li fikir û felsefeya Ocalan digirin ku li nava civakê belav dibin.”

‘DIXWAZE KURD DI NEXŞEYA NÛ DE CIH NEGIRE’

Mamoste Îdrîs Dîbege ku çalakvanekî yê greva birçîbûnê ye bibîr xist ku Rojhilata Navîn derbasî qonaxekî nû bûye û nexşeyên nû tên xêzkirin. Dîbege got: “Dewleta Tirk bi êrîşên xwe û tecrîdkirina Ocalan dixwazin di vê nexşeya nû de cihê Kurdan nebe.”

Dîbege li hemberî êrîşan bal kişand ser yekîtiya netewî û wiha pêda ket: “Divê aliyên siyasî yên Kurd yekbin ku bikarin li dijî metirsî û êrîşan xwe biparêzin. Ji ber ku tenê yekîtî dikare bersiva her cûre êrîşê bide.

‘TECRÎDKIRINA OCALAN TECRÎDKIRINA GELÊ KURD E’

Çalakvan Kawa Nadir jî bal kişand ser rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Li her derê cîhanê rêberekî ji bo gelekê têkoşîna azadiyê bide, divê di asta cîhanî de nêzîkatiyeke cuda bê raberkirin ne qala cezakirina ew welatê ku hatiye dagirkirin bê kirin.

Nadir anî ziman ku dewleta Tirkiye nikare pêşiya Ocalan bigire, her li nava zindanê de jî Rêberê şoreşê dike û got: “Ji bo wê ye ku rê nayê dayîn ku ji sala 2011’an ve hevdîtin li gel Ocalan bê kirin. Ev nêzî 2 sal in ti hevdîtin li gel nehatiye kirin. Tirkiye bi vê tecrîdê gelê Kurd tev tecrîd dike. Ji bo wê ye divê em gelê Kurd bibin yek ji bo şikandina vê tecrîdê.