Rewşenbîrê civaka Êzidî Îdo Bavê Şêx koça dawî kir

Siyasetmedar û rewşenbîrê civaka Êzidî Îdo Bavê Şêx ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da.

Siyasetmedar û rewşenbîrê civaka Êzidî Îdo Bavê Şêx ku sala 1955'an ji dayik bûbû, di 65 saliya xwe de ji ber vîrûsa koronayê doh bi şev li nexweşxaneya Hewlêrê koça dawî kir.

Îdo Bavê Şêx, heman demê, birayê Bavê Şêx ê beriya niha Xirto Hecî Îsmaîl bû, ku 1'ê Cotmeha 2020'î, di 87 saliya xwe de qedemguhestibû.

Îdo Bavê Şêx, di sala 1992'an de di hilbijartina destpêkê ya ji bo parlamenta Herêma Kurdistanê de, ji lîsteya YNK'ê hatibû hilbijartin.

Îdo Bavê Şêx, li gel parlamenteriya xwe her wiha demekê Şêwirmendê Celal Talabanî yê ji bo kar û barên civaka Êzidî bû.

Îdo Bavê Şêx, her wiha di salên 1998 û 99'an de, endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK'ê bû.

Hêjayê gotineyê, ku kekê wî yê din Husên Bavê Şêx, ku yek ji serkirdeyên YNK'ê bû, serkirdeyên YNK'ê Elî Eskerî û Doktor Xalid, di dema vegera ji Bakurê Kurdistanê de li herêma Colemêrgê, ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatibûn girtin.

Di vê bûyera 7'ê Tîrmeha 1998'an de, ku weke "Karesata Hakerî" di dîroka YNK'ê de cih girt, her sê serkirdeyên YNK'ê, bi çekên giran ji aliyê çekdarên PDK'ê ve hatin gulereşandin û kuştin.