Rewşa Yagiz roj bi roj nebaş dibe

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, endamê HDP'ê Nasir Yagiz 96 roj in li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ye. Tevî ku rewşa wî ya tenduristiyê roj bi roj nebaş dibe, çalakiya xwe bi biryardarî didomîne.

Dr. Durê Mihemed Uren diyar kir, xwîna li nava rehên Yagiz êdî bi giranî diherike û got, "Ji ber ku çavên wî zehîf bûne, nikare baş bibîne. Serêşî û êşa mîdeyê lê giran bûye."

Dr. Durê Mihemed Uren anî ziman, ku Yagiz 14 kîlo li xwe kêm kiriye û got, "Yagiz naxwaze bê dermankirin. Tenduristiya wî roj bi roj nebaş dibe. Gelekî kîlo li xwe kêm dike, di tansiyon, liv û tevgerê de, her wiha di çavên wî de pirsgirêkên cidî rû dane."